Komploya 15’ê Sibatê li Stavrapol û Moskowê hat protestokirin
Li bajarê Stavrapol û paytexta Rûsyayê Moskowê Komploya Navneteweyî hat protestokirin.
Li bajarê Stavrapol û paytexta Rûsyayê Moskowê Komploya Navneteweyî hat protestokirin.
Kurdistaniyên li Stavrapol û paytexta Rûsyayê Moskowê dijîn, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.
STAVRAPOL
Li navçeya Stavrapolê ya Novoalekesandrovskê Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê hat protestokirin. Di daxuyaniyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Çandê Mihemed Rûstemov û endamê sazîya rûsipîyên herêmê Qasim Bazoyêv hat dayîn. Di daxuyaniyê de Komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin û banga geşkirina têkoşînê hat kirin.
Di daxuyaniyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û “Meşên Azadiyê” yên li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê hatin silavkirin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
MOSKOW
Li paytexta Rûsyayê Moskowê der barê Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civîna gel hat lidarxistin. Civîn li Mala Kurdan a Moskowê hat lidarxistin.
Di civînê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin û dawaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Seroka Apo” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.