Komploya 15'ê Sibatê li Rûsyayê hate şermezarkirin

Kurdên li herêma Stravrapol a Rûsyayê bi daxuyaniyekê kmoploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, şermezar kirin.

Kurdên li herêma Stravrapol a Rûsyayê ji ber salvegera 24'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li hev kom bûn.

Bi navê çalakgeran Serokê Komîteya Çandê ya Otonomiya Kurd Evînar Bazûyev û endamê Otonomiyê Yasîn Axmedov axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku hêzên komploger, noker û xeta xiyanetê wê ti carî nikaribe bi ser bikeve û destnîşan kirin, ku serketin wê ya gerîlayên azadiyê be.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komploya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çerçoveya konsepta ku hêzên Modernîteya Kapîtalîst li dijî Modernîteya Demokratîk pêk anîne, hatiye kirin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewama vê komployê ye."

Qisekeran anîn ziman ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di bin şert û mercên tecrîda girankirî de dîl tê girtin û nêzî 2 sal in destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne û bang li hemû hêzên pêşverû û demokratîk ên cîhanê kirin ku li hemberî vê binpêkirinê helwesta xwe nîşan didin.

Di dawiyê de qisekeran diyar kirin, ku gelê Kurd wê li dijî vê zilm û êrîşan serî netewîne, ewladên leheng ên Kurdistanê wê welatê xwe azad bikin û ev tişt hate gotin, “Têkoşîna gelê Kurd roj bi roj bi pêş ve diçe û heta ku Rêberê me Abdullah Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn bênavber bidome."