Komeleyeke din a Kurdan li Fransayê hat vekirin

Komeleya Çanda Kurd a Engîn Sîncer li bajarê Avîgnon ê başûrê Fransayê bi civînekê hat vekirin.

Komeleya ku li navenda bajarê Avîgnonê hat vekirin di roja xwe ya destpêkê de rastî eleqeyeke mezin hat.

Di vekirina komeleyê de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Di axaftinên piştî rêzgirtinê hatin kirin de hat destnîşankirin ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla ya ji aliyê dewleta Tirk bertek hat nîşandan û hat gotin ku divê li her derê li dijî van êrîşan bertekeke xurtir were nîşandan.

Her wiha hate diyarkirin ku divê Kurd li her qadê bi rêxistinbûniyên xurtir bersivê bidin van êrîşan.