Komeleya li Dijî Qirkirina Dersimê serdana berxwedêrên Strasobûrgê kir

Serdanên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê li dijî tecrîda li ser Ocalan di roja 58’an de jî dewam dike.

Komeke ji rêveberiya Komeleya li Dijî Qirkirina Dersimê ji bajarê Stûttgart a Elmanyayê pêk dihat serdana çalakvanan kirin.

‘TECRÎD LI SER HEMÛ BEŞÊN HEJAR ÊN CIVAKÊ TÊ KIRIN’

Li ser navê saziyê Huseyîn Yamaç axivî û diyar kir ku tecrîd li ser Rêberê gelekê nayê pejirandin. Yamaç bal kişad ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rehîn hatiye girtin û diyar kir ku li dijî azadî û mafê mirovan li Tirkiyeyê sûcên giran ên mirovahiyê tê kirin. Yamaç anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîda li ser hemû beşên hejar ên civakê.

 ‘DAXWAZÊN WAN DAXWAZÊN ME NE’

huseyîn Yamaç berxwedêrên bi pêşengtiya Leyla Guven ketine grevan silav kir û diyar kir ku daxwazên çalakvanan daxwazên wan in jî.

Yamaç bang li welatên Ewropa kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin, dîsa bang li gelên li çar parçeyên Kurdistan û dostên wan kir ku xwedî li çalakvanan derbikevin. Yamaç polîtîkayên zextê û çewisandinê yên dewleta Elman a li ser saziyên Kurdî jî rexen kir û bibîr xist ku ev zext û êrîş ji ber têkiliyên aborî yên navbera her du welatan in.

SERDANA JI BO ÇALAKVANAN DEWAM IN

Di navar rojê de endamên Meclîsên Gel ên ji bajarê Stûttgart, Boblîngen, Ludwîgsbûrg ên Elmanyayê hatibûn serdana berxwedêrên grevê kirin.

Her wiha li gel rêveberê Val d’Oîse rêveberê Partiya Komunîst a Fransî (PCF) li Strasboûrgê bûn, peyamên piştevahiya bi grevê re anîn ziman.

Ji derveyî Kurdistaniyên li Elmanya, bi dehan Kurdistaniyên ji Fransa û Swîsreyê jî serdana çalakvanan kirin.