KOMAW'ê ji ber şehadeta Serhat Goksû peyama sersaxiyê weşand

KOMAW'ê ji ber şehadeta gerîlayê HPG'ê Serhat Goksû peyama sersaxiyê weşand û got, "Gel û hevrêyên wî, wê xwedî li mîrateya wî derkevin."

Saziya Malbatên Şehîd û Windayan a li Ewropayê (KOMAW), ji ber şehadeta gerîlayê HPG'ê Serhat Goksû (Senar) peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Şehîd Senar, tevî ku gelekî ciwan bû, di têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurd de kedeke mezin da. Wê di dilê gelê Kurd û hevrêyên xwe de mîna kulîlkekê timî şîn bibe."

'EM Ê BI MINET BI BÎR BÎNIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Şehîd Serhat Goksû ti carî neda pey gumanên şexsî, di temenê xwe yê kurt de timî li berjewendiyên gelê Kurd fikirî, tevlî nava refên ewladên gelê Kurd bû yên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, di vê têkoşîna dîrokî de bi roleke dîrokî tevgeriya û tevlî karwanê şehîdan bû.

Çawa ku gelê Kurd û hevrêyên wî beriya niha li mîrateya ewladên Kurd ên şehîd bûn, xwedî derketin, wê xwedî li mîrateya Serhat Goksû jî derkevin û timî wî bi minet bi bîr bînin.

Cenazeyê şehîd Serhat li navçeya Qereyazî ya Erzîromê ji aliyê girseya gel a qelebalix ve hate pêşwazîkirin û hate veşartin. Keda û fedakariya şehîdan nikare bê vegotin.

Bi navê saziya malbatên şehîdan bi minetdarî em deyndarê şehîdan û malbatên şehîdan e. Ji bo me şerefeke ku xizmetê ji wan re bike. Em careke din di şexsê şehîd Senar de şehîdên demokrasî û azadiyê hemûyan bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em timî ji bo me pîrozmendî ne."