Koma ji Oldenbûrgê Nobeta Azadiyê wergirt

Koma ji bajarê Oldenbûrgê ya Elmanyayê hat Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê wergirt. Kom wê nobetê bi qasî hefteyekê bidomîe û li hemberî êriş, tecrîd û dagirkeriyê banga yekîtiya neteweyî kir.

Înîsiyatîfa Azadî Ji Ocalan Re di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpekirin. Çalakî di hefteya 470’an de didome. Koma ji bajarê Oldenbûrgê ya Elmanyayê hat Nobeta Azadiyê wergirt.

Nobeta Azadiyê ji bo azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şikandina tecrîda li ser wî li qada ku saziyên Ewropayê lê hene, tê domandin. Dadaş Kûtlûcûoglû, Rehan Cizîrî, Medya Halîl û Avesta Cizirî di koma vê hefteyê de cih digirin.

Li ser navê komê Dadaş Kûtlûcûoglû axivî û got “Me ji bo Rêbertî nobet dewr stend. 9 sal in didome û em ketine sala 10’an. Li Ewropayê çalakiya herî demdirêj e. Rêbertî ji bo me jiyan, hebûn, ziman, çand, huner û netewe ye. Heke mirovek dixwaze xwedî li nefesa xwe derkeve, divê xwedî li Rêbertî derkeve. Ji bo gelê Kurd cara pêşîn e Rêbertiyeke wisa hatiye dinyayê û ji bo hebûna gelê Kurd têdikoşe.”