Kilîd li Mîr Mûzikê û Weşanxaneya Mezopotamyayê xistin
Piştî ku hikûmeta Elman biryar da ku şîrketa prodeksiyonê ya Mîr Muzîkê û Weşanxaeya Mezopotamyayê were girtin, kilîd li deriyê du saziyan hate xisitn.
Piştî ku hikûmeta Elman biryar da ku şîrketa prodeksiyonê ya Mîr Muzîkê û Weşanxaeya Mezopotamyayê were girtin, kilîd li deriyê du saziyan hate xisitn.
Polîsên Elman berê sibehê li Neussê bi ser saziyên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê de girt.
Dema polîsan bi ser saziyan de girtin, Wezareta Karê navxwe daxuyaniyek da û diyar kir biryara gritina du saziyan hatiye standin.
Li ser vê deriyê Mîr Muzîkê û Weşanxaneya Mezopotamyaye hate girtin. Polîsan dest li ser têkberên herdu saziyan danîn.
Bi fermana Wezîrê Navxwe yê Elman Horst Seehofer ku siyasetmedarê muhafezkar û rastgir e, du saziyên girîng ên Kurdan ên çand û hunerê Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê qedexe kir.
Polîsan îro li Neussê bi ser navendên van du saziyan de girt. Seehofer ragihand xebatên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê qedexe kiriye.
8'ê Adarê ya 2018'an jî polîsan bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multîmedîayê de girtibû. 3 rojan polîsan li van saziyan lêgerînên xwe domandibû, bi gelek qemyon û TIR'an dest li ser pirtûk, albûm, arşîv û cîhazên tomarê dabîbûn.
Wezîr Seehofer got ji bo ku qedexeya li ser PKK'ê were bicihanîn organên dewletê bi pergal gavan davêjin.
Seehofer wiha qedexeya xwe parast: ''Ji ber sedema ku PKK'ê, li gel qedexeya 1993'an hê jî li Elmanyayê aktîf e, divê xebatên saziyên alîgir werin astengkirin.''
Balkêş e, qedexeyên li ser van du saziyan ku bi salan e pirtûkên Kurdî û berhemên muzîkê derdixin, beriya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya vê heftiyê wê dest pê bike û rayedarên Tirk jî hatin vexwendin, pêk hatin.
Elmanya 2008'an bi qedexekirina xebatên Roj TV dîsa mohra xwe li biryareke skandal danîbû.