'Kes nikare asteng bike ku em bibêjin, Bijî Serok Apo'

Meşa dirêj a Basel-Strasboûrgê di roja 5'an de didome. Meşvan li dijî êrîşên dewleta Elman ên li ser saziyên Kurdan û çavnaberiya wan a li Ocalan helwest nîşan dan û gotin ''Ti hêz nikare asteng bike ku ew bibêjin, ''Bijî Serok Apo''.

Ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya sala 20'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo xwedîderketina li çalakgerên greva birçîbûnê meşa ji Baselê heta bi Strasboûrgê kete roja 5'an.

Çalakgerên ku Sêşemê 20 km meşiyan heman rojê gihaştine Colmarê ya Fransayê. Çalakger vê sibehê dest bi qonaxa xwe ya pêncan kirin.

Beriya meşê daxuyanî hate dayin, êrîşên dewleta Elman ên li ser saziyên Kurdan û yên li ser çalakgerên meşa bi pêşengiya ciwanan a Mannheîm-Strasboûrgê hate şermezarkirin.

'EM DENGÊ XWE LI ELMANYAYÊ DIKIN'

Hevseroka KCDK-E'yê Fatma Goksungur bal kişande ser hevkariya dewleta Elman û Tirkiyê û got êrîşa li ser nirxên Kurdan didome.

Goksungur got ew ê qet girtina Mîr Muzîkê û Weşanxaneya Mezopotamyayê qebul nekin û domand, ''Em li vir dengê xwe li Elmanyayê dikin, dive hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re biqedînin.''


'KESEK NIKARE ASTENG BIKE KU EM BIBÊJIN, 'BIJÎ SEROK APO'

Goksungur got heman rojê berêvarkî ji ber çavnebariya Elmanya ya li Ocalan polîsên Elman êrîş birin ser meşa bi pêşengiya ciwanan û got, ''Divê her kes baş bizanibe, ti kesek nikare asteng bike ku em bibêjin,''Bijî Serok Apo''. Hêza ti kesî têra vê nake Divê vê wiha znaibin. Çavnebariya li Serok Apo, desteka li polîtîkaya komkuj a dewleta Tirk a faşîst e.''

LI HER DEVERÊ DIRÛŞMÊN JI BO OCALAN OLAN DIDIN

Piştî axaftinan çalakger bi sirûda Şerxa Şoreşê, bi pankata, 'Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' û bi dirûşmên ''Bijî Serok Apo, ji Ocalan re azadî, bijî berxwedana zindan'', ''Kujer, dîktator Erdogan'' meşiyan.

Di qonaxa 5'an a meşê de parlamente û hevşaredarên HDP'ê pêşengiyê dikin.

Di meşê de her wiha berxwedana greva birçîbûnê tê slavkirin û tê gotin, ''bijî berxwedana Leyla''

80 KM MEŞIYAN, ÎRO WÊ 26 KM'YÎ BIMEŞIN

Di van 4 rojên dawî de meşvanan 80 km meşiyan, îro jî hedef ew e ku 26 km'yî bimeşin û berêvarkî bigihin Selastadê.