KCDK-E'yê banga çalakiya rûniştinê ya li ber PE'yê kir
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê banga tevlêbûna li çalakiya rûniştiyê ya li ber Parlamentoya Ewropayê kir, ku tê payin 25-29'ê Adarê çalakî were kirin.
Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê banga tevlêbûna li çalakiya rûniştiyê ya li ber Parlamentoya Ewropayê kir, ku tê payin 25-29'ê Adarê çalakî were kirin.
Dîwana Hevseroktiyê ya KCD-K'yê got, ''Bi çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya girseyî ya di navbeyna 25-29'ê Adarê de em berxwedanê geş dikin.''
KCDK-E'yê got berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirî bûye berxwedaneke bi asta cîhanê û got, ''Li girtîgehan, Srasboûrgê, Ingiltere, Hollanda, Elmanya, Swîsretê û li Kanadayê hatiye ber pêvajoyeke krîtîk''.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Greva birçîbûnê ya ku bi rengekî biryardar didome, bi asteke cîhanî bandor kiriye''.
KCKD-E'yê got li gelek welatên cîhanê gelek partî, siyasetmedar, rewşenbîr, komên humanîst, derdorên ji gelên cuda diyar kirin ku ew piştevanê çalakiya greva birçîbûnê ne, hikûmetên Ewropa li gel ku li bara vê hevgirtinê tengezar bûne jî, li ser dirûtiya radiweste û pêşî li rêya çareseriyê venake.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ev helwesta dewletên Ewropayê ku xwe kerr û kor û lal dike, li pêşiya ku berxwedan bigihije armanca xwe dibe asteng, bêdengiya CPT'yê û tevnegerîna wê ji ber vê sedemê ye û ev helwest dîktatorê dewleta Tirk Erdogan wêrek dike. KCDK-E'yê got, ''Konseya Ewropa û CTP bi vê helwestê hevkariya sûc dikin. Helwesta van saziyan dike ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan girantir bibe. Ev helwesta li bara daxwazên mafdar, hiqûqî û mirovî ya çalakgerên greva birçîbûnê bi giştî keda xwe li îmhaya Kurdan zêde dike. Armanca vê berxwedanê ya ku bi berxwedana greva birçîbûnê berbiçav bûye, parçekirina tecrîdê û zilma faşîst e.''
QONAXA PÊŞÎ QEDIYA
Di daxuyaniyê de hate gotin berxwedana greva birçîbûnê li cîhanê bûye rojev, qonaxa pêşî li pey xwe hiştiye, êdî dem hatiye ku saziyên çareseriyê û bi pratîkê biryarê bidin hê beriya ku zêdetir mirin çêbibin divê bi lezgînî tevbigerin.
KCDK-E'yê Ugur Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam bi bîr xist û got, ''Çalakiyên fedaî nîşan didin, berxwedêr bi rengekî ku jiyana xwe bikaribin feda bikin biryardar in.''
Di daxuyaniyê de hate gotin berxwedêrên greva birçîbûnê dixwazin CPT û Konseya Ewropayê bi lezgînî tevbigerin.
Di daxuyaniyê wiha hate gotin: ''Ji bo ku ev daxwaz bi cih werin û saziyên hewce tevbigerin di navbeyna 25-29'ê Adarê de li ber Parlamentoya Ewropayê (Rue Lucîen Febvre, 67000 Strasboûrg) bi tevlêbûna bi sedan kesî wê çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê dest pê bike.
Ji bo ku Konseya Ewropayê tevbigere em bang li gelê xwe dikin ku berxwedana greva birçîbûnê geş bikin û tevlî çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê ya di navbeyna dîroka 25-29'ê Adarê de bibin.''