Kartal: Lîstikên ji bo şikandina berxwedanê hatin pûçkirin

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û endamê KNK’ê Refîk Gefûr hatin serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê.

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal diyar kir ku bi serdana Mehmet Ocalan û serbestberdana Leyla Guven re hewl tê dayîn ku berxwedana greva birçîbûnê were pûçkirin. Zubeyîr Aydar û Gefûr jî bang li gel kir ku bila xwedî li berxwedanê derkeve.

KARTAL: LÎSTIKÊN DEWLETA TIRK BI SER NEKET

Kartal diyar kir ku çalakger 42 roj in li ser navê gelê Kurd li ber xwe didin û got ku, “Dewletê bi destûra serdana Mehmet Ocalan û bi serbestberdana Leyla Guven re lîstikek lîstiye û lê ev lîstik bi ser neketiye. Gelê Kurd bi berxwedanê re ye û bi berxwedanê re ew ê tecrîd were şikandin.

AYDAR: DIVÊ GEL LI HER DERÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE ÇALAKIYAN

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir ku greva birçîbûnê ketiye roja 42’emîn û çalakiya greva birçîbûnê têr nake divê gelê Kurd li her derê dakevin qadan û piştgiriyê bidin çalakiyan.

Aydar qetlîama dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û diyar kir ku bi biharê re ew ê gelê Kurd dest bi berxwedaneke mezin bike.

Endamê KNK’ê Refîk Gefûr jî bal kişand ser têkoşîna hevpar a gelê Kurd û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîda li ser hemû Kurdan.