Kanada destûra firotina çekan a ‘nû’ ya ji bo Tirkiyeyê rawestand

Kanada li dijî Tirkiye ya ku êrîşên dagirkeriyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, firotina çekan a nû sekinand.

Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Tirkiyeyê, gelek welatan peymanên çekfirotinê yên ji bo Tirkiyeyê rawestandin. Wezareta Karên Derve ya Kanadayê ragihand ku Hikûmeta Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandiye. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dagirkeriyê di rewşa heyî de wê ziyanek mezin bide aramiya herêmê ya li ber şikestinê ye.

Dîsa hate gotin ku êrîş zerer dide destkefiyên heta nina di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hatiye bidestxistin. Di daxuyaniyê de herî dawî ev hate gotin: “Li ser bûyerên demê dawî rûdayîn hikûmeta Kanadayê, ji bo demkî destûra bazirganiya nûa ya ji bo Tirkiyeyê rawestandiye.”

Her wiha îro Wezareta Karên Derve ya Spanyayê jî daxuyandibû ku Spanya li gel hevpîşeyên xwe yên di Yekîtiya Ewropayê de, êrîşa li ser Sûriyeyê napejirîne û loma lîsansa ji bo bazirganiya amurên leşkerî ya nû nade.

Li gorî daneyên hikûmeta Kanadayê, di sala 2018’an de ji bo Tirkiyeyê bi bihayê 116 milyon dolarê Kanada (80 milyon Eûro) çek firotiye.