Jonasson û Hayes bi CPT-KE’yê re hevdîtin pêk anî

Çalakiya greva birçîbûnê ya li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Strasbourg ê Fransayê di roja 142’an de didome. Wezîrê Edelatê yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson, bi vê armancê bi rayedarên CPT’ê re hevdîtinek pêk anî.

Wezîrmê berê, Ogmundur Jonasson û lêkolînerê Emerîkî Connor, bi rayedarên CPT a girêdayî Konseya Ewropayê ye hevdîtinek pêk anîn.

Jonasson û Hayes, piştî hevdîtinê, bi nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Fayik Yagizay re çûn serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên Strasbourgê ku 142 roj in berxwedana xwe didomînin.

Jonasson û Hayes, di derbarê hevdîtina xwe ya bi CPT’ê re kirî de agahî dan. Jonasson, diyar kir ku demeke dirêj e pirsgirêka di navbera Kurd û Tirkan de dişopîne û diyar kir ku bi domana demê re gelek tişt guherîn. Jonasson diyar kir ku li hemberî van guhertinan ew û Ocalan xwedî heman xetê ne û wiha axavî; “Her çiqas Kurd di pêvajoyeke zor re derbas bin jî, di heyama xwe ya herî xurt de ne. Ji bê bawer bin.”

 ‘EM BI EW RE NE’

Jonasson bal kişand ser grevên birçîbûnê û destnîşan kir ku vê berxwedanê di mirovan de rê li ber hestyarî û şiyarîbûnê vekir. Jonasson bibîr xist ku ji tenduristiya çalakvanan bi fikar in û got: “Hûn dixwazin çalakiya xwe bidomin, na bi dawî bikin. Em ê her rewşê desteka xwe ya bi wer re bidomînin.

 ‘ME DÎT KU EW JÎ BI FIKAR IN’

Jaonassson a têkildarî hevdîtina bi Sekreteriya Giştî ya CPT û KE’yê re hate kirin axivî, bal kişand ku hevdîtin di çarçoveya exlaqî û wijdana berpirsyar û hevdîtin pêk anîne. Jonassson got: “Di hevdîtinê de me dît ku rayedarên CPT’ê û KE ji asta çalakvanên grevên birçîbûnê gehiştinê ‘bi fikar in’. Bêdengiya Ewropa ya li ber grevên birçîbûnê mirov xistine nava fikaran, eger ev sazî bi erka xwe nerabin, ev sazî û dezgeh wê di çavê kesên bi wijdan û exlaq dîsa çavê hemû moravhiyê de rûmeta xwe winda bike.”

Jonasson diyar kir ku hinek rexneyên hişk ên ji ber bêdeniya CPT’ê ya li hember tecrîdê şaş pênase kir û got: “Raye û erkên CPT’ê jî sînordar in”.

ŞAŞIYÊN ŞER

Ogmurdur Jonasson bal kişand ser cezakirina bi dehan ciwanên Kurd ên meha Sibatê li pêşiya avahiya CPT’ê çalakî kirin, di hevdîtina bi CPT’ê re ev hate gotin: “Li Kurdistanê bajar hatin hilwşandin, mirov hatin qetilkirin. Avêtina kevirekê ya ciwanên Kurd li pêşberî şerê li Kurdistanê pêk tê ne ti tişt e.”

Janasson anî ziman ku CPT’ê diyarkir ku wê bi mijarê re eleqedar bibe.

Herî dawî Jonsoon ragihand ji hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatî pir kêfxweş in û got: “Bi we serbilin im.”