Jinên Kurd li Rûsyayê piştgirî dan banga KJAR’ê

Rêxistina Jinên Kurd a Bajarê Moskowa bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê daxuyanî dan û piştgirî dan banga KJAR’ê.

Di daxuyaniyê de Seroka Rêxistina Jinên Kurd a Bajarê Moskovayê-Viyan Tarê Qadir axivî.

Qadir diyar kir ku jina Kurd temsîla îradeya azadiyê ye û got:” Jina Kurd li her deverê li hember tundiya li ser jinê têdikoşe. Roja îro jina Kurd ji her demê bêhtir pêwîstiya xwe rêxistin kirinê dibîne.  Rewşa Rojhilata Navîn şerê ku li hember gelê me te meşandin bêguman dihêle ku jina Kurd di hemû milan de xwe rêxistin bike. Di nav tekoşîna azadiya gele Kurd de îradeya jina azad derketiye holê. Jina Kurd her dem li hember zordestî û înkarkirina jinê têkoşiyayê. 

Em jinên Kurd li dijî pergala mêr-dewlet bi hezaran sal in ji bo hebûn û jiyandina nirxên xwe yên civakî têdikoşin. Di demeka wisa tund de em jinên Kurd hem doza nasnameya xwe hem jî ya zayenda xwe dikin. 

Zêdeyî du mehan e li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin pêşengtiyê dikin û sirûda “Jin jiyan azadî” li mal û kolanan tê qirîn. Îro ev sirûd bû nasnameya hemû jinên cîhanê. Bi vê wesîleyê em jinên Kurd ên Rûsya piştgirî didin daxuyaniya KJAR’ê û dibêjin 20’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Jîna Eminî were naskirin.’’

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî ‘’ bi dawî bû.