Jinên Kurd li dijî desteserkirinên şaredariyan daketin qadan

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, li bajarê Helsînkî yê Hollandayê û li bajarên Dûîsbûrg û Salzgîtter ê Elmanyayê desteserkirina şaredariyên HDP’ê hatin protestokirin.

KOPENHAG

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd a Sêvê desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Na ji qeyûman re’, ‘Bila şîddeta Ii ser jinan were sekinandin’ û ‘Bimire dîktatoriya Erdogan’ hate berzkirin.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê jî çalakî li pêşiya HBF’ê hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî herêma Zînî Wertê ya Kurdistanê û desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin.

SALZGÎTTER

Li bajarê Salzgîtter/Lebenstedtê yê Elmanyayê jî desteserkirina şaredariyên HDP’ê hate protestokirin.

Di çalakiyê de alayên HDP, TEV-DEM û yên TJK-E’yê hate hildan.

Di çalakiyê de banga boykotkirina tûrîzma Tirk hate kirin.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye li devera Itakeskus ku zêdetirê xwe kesên biyanî lê dimînîn, jinan bal kişandin ser tundiya li ser jinan.  Di çalakiyê de  her wiha êrîşên dewleta faşîst a Erdogan ya li ser rêxistinên jinan hate şermezarkirin. Jinan di çalakiya xwe de pankartên "Tundiya li ser jinan polîtîk e” û “Dibe tu jî armanc bî” hildan. Piştî vê çalakiyê dîsan çalakiya protestoyî ku her heftiyê li dijî planên dewleta Tirk ya li ser herêma Zînî Wertê tê lidarxistin pêkhat. Di vê çalakiyê de jî dewleta Tirk û hevkarên wê hatin protesto kirin. Çalakiyan bala gelek kesan kişand.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, desteserkirina şaredariyên HDP’ê, êrîşên li ser HDP û ambargoya li ser Mexmûrê hate protestokirin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gorên gerîlayan jî hate şermezarkirin.

STÛTTGART

 Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in di bin tecrîdê de ye û divê şertên Girava Îmraliyê were rastkirin.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê jî êrîşên AKP û MHP’ê yên li dijî gelê Kurd hate protestokirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê terorîst’, ‘Erdoganê dîktator’ û ‘Azadî ji hemû girtiyên siyasî re hate berzkirin’

STOCKHOLM

Li bajarê Stockholmê yê Swêdê jî Kurdistanî li Qada Sergelstorgê hatin ba hev û ji bo protestokirina dewleta Tirk çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Erdoganê dîktator ji koronavîrusê xeteretir e’ hate vekirin. Di çalakiyê de flamaya wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên HDP û Tevgera Jinên Kurd hate hildan.

GRAZ

Li bajarê Grazê yê Evûstûryayê jî desteserkirina şaredariyên HDP’ê û qirkirina siyasî ya li ser gelê Kurd hate protestokirin.

Kurdistanî saet di 16.00’an de li Haûptplatzê hatin ba hev û rejîma faşîst a AKP û MHP’ê protesto kirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin.

Kurdistanî li qada Vîeûx-Portê hatin ba hev, stand vekirin û çalakî li dar xistin.

Di çalakiyê de belavok hate xwendin, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG, YPJ û TCŞ’ê hate hildan.