‘Jin jiyan azadî, Kurdistan Goristana faşîstan’

Femînîstên Kurd û Îranî, xwendevanên Kurd, Acem, Faris û bi sedan jin û mêrên ku li dijî qirkirina jinan rabûn ser pêyan, li ser banga TJK-F’ê li Chatelet Les Halles (Kaniya Bêguneh) a Parîsê bi bezkirina dirûşmeya “JÎN; JIN; JIYAN; AZADΔ li çalakiyê bûn

Bi armanca piştigirî dayîna serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ya li Tehranê ji aliyê molên Îslamî ve, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jin û Kurdan dest pê kir, bi sedan Kurdistanî, Acem, Îranî, Fransî, Cezayîrî û gelên din roja Şemiyê, di saet 17:30’an de li ber Kaniya Bêgunehan (Chatelet Les Halles) hatin ba hev. Di çalakiyê de hêrsa li hemberî rejîma Îranê û pergala desthilatdariya mêr bal dikêşand. Her wiha di çalakiyê de pankartên li ser “Jin Jiyan Azadî” û “Li ber xwe bide, Xwe bi rêxistin bike, Azad Bijî” hatî nivîsandin, wêneyên Jîna Emînî û gelek dovîz hatin hilgirtin.

Li ser navê TJK-F’ê Bêrîvan Firat di çalakiyê de axivî û got: “Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ di têkoşîna jinên Kurd a li hemberî dîktatoriyê de hate gotin, lê niha bûye dirûşmeya bi milyonan jinên cîhan. Îro tiştên ku li Îranê diqewimin, di têkoşîna bi pêşengiya Jîna de bi sedan, bi hezaran jinan berdêl dan. Em niha bang li jinan dikin, bila ne jin, mêr porê xwe qut bikin. Divê jina ku ji ber sê tayên porê tê qetilkirin, nebe.

Piştî axaftina Bêrîvan Firatê, di axaftinên li ser navê Solîdaîres, MRAP, Partiya Antî Kapîtalîst a Nû, jinên Cezayîrî û Komeleya Dostên Kurdistanê France hatin kirin de, kesên ku Jîna qetil kirin hatin şermezarkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku bi piştevaniya gelek saziyên Fransî, çalakî wê bidomin. Çalakî bi berzkirina dirûşme û tilîliyan di saet 19:30’an de bi dawî bû.