Ji Stêrk TV dokûmantera 'Dema şoreşan-Siyanê'

Bi wesîleya salvegera 3'yemîn a berxwedana Garê Stêrk TV dokûmanterek ji sê beşan diweşîne.

Dokûmantera li ser berxwedana gerîla ya li Garê ku bi pêşengiya fermandar Şoreş Beytuşşebap derba giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker hate xistin, wê bi sê beşan bê weşandin.

Dokûmanteran bi navê "Dema şoreşan-Siyanê" wê vê hefteyê rojên Duşem, Sêşem û Çarşemê saet di 18:00 de bê weşandin.

Di dokûmanterê de fermandarên Mûrat Karayilan, Bawer Dersim, Zozan Çewlik, Cûma Bilikî, Jînda Ronahî, Şehîd Dilgêş Zîlan, Heqî Armanç, Şehîd Rêzan Zîlan  diaxivin.

Dewleta Tirkk di 10'ê Sibata 2021'ê de li qada Siyanê ya herêma Garê dest bi êrişeke lokal kiribû, piştî bombardûmaneke giran hêzên xwe yên taybet li herêmê danî bû.

Gerîlayên HPG'ê bi fermandariya Şoreş Beytuşşebap çar rojan li dijî dagirkeran şer kirin û artêşa dewleta Tirk li Garê têk birin.

Tevî koordîneya şer gelek leşker di vî şerî de hatin kuştin.

Di vî şerî de 15 gerîla bi pêşengiya Şoreş Beytuşşebap ji bo parastina dîlgirtiyên di destê xwe de berxwedaneke mezin nîşan dan û şehîd bûn.

Artêşa dewleta Tirk di vî şerî de çekên kîmyewî û gelek cûreyên çekên qedexekirî bi kar anî bû.