Ji NY'yê helwesta Ayasofya

Raportorên taybet ên NY'yê bi daxuyaniyeke niviskî li dijî guhartina stayûya Ayasofya helwest nîşan dan û diyar kirin dibe ku biryar rê li dabeşbûna dînî û çandî veke.

Pisporên Mafê Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyeke niviskî li dijî biryara Tirk ku Ayasofya kirin mizgeft helwest nîşan dan.

Raportora taybet ê Qada Mafên Çandî ya NY'yê Karîma Bennoune û raportorê azadiya Dîn û Baweriyan Ahmed Shaheed gotin,''Di vê gava krîzê ya zor a global de, li şûna ber bi hev ve anîna komên dînî û çandî, li Tirkiyê û wêdetirî wê çalakiyên dabeşker wê bibe şaşîtiyeke dîrokî. Ji ber vê em gotina, ''Qubbeya Ayasofya divê bi qasî ku her kesî vehewîne, mezin be'' dubare dikin.''

Di daxuyaniyê de hate goitn, ''Em ji hikûmeta Tirkiyê dixwazin ku guherînan zelal bikin û bang li pisporên mîrateya çandî dikin ji bo parastina vê mîrateyê berpirsyariya xwe bidomînin. Divê bêkêmasî li gorî standartên navnetewî û tenîk biçin.''

Raportoran her wiha li dijî dîmenên dema ku Ayasoya kirin mizgeft derketî holê û wesifandina vê rewşê ya bi rengê 'fetîh'ê helwest nîşan dan û gotin, ''Zimanê fethê ya derheqê sîteyê de, dema diayan de ji hêla Serokê Karûbarê Diyanetê ve nîşandana şûr, ku weke sembola fethê dikare were şîrovekirin, fikar zêde kirin.''

Raportoran her wiha diyar kirin Xiristiyan jî di nav de ew derheqê astengkirina xwegihandina mafê mîrateya çandî ya kêmaran de ''bifikarên mezin in.''