Ji bo piştgiriya bi Rojava re Deklarasyona Stockholmê hate weşandin

Li Swêdê 5 sazî û komele ji bo salvegera dagirkeriya Tirk a li Efrînê ji bo piştgirya bi Efrîn û Rojava re Deklerasyona Stockholmê weşandin.

Belavok, li pêşiya Abîdeya Hjamar Brantîng a li pêşiya avahiya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Swêdê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re hate parvekirin.

Deklarasyona bi îmzeya Navenda Navneteweyî ya Olof Palme, Komeleya Piştgiriya bi Kurdisatê re (SOL-KURD), Konseya Aştiyê ya Swêd, Ji bo Aştiya Swêdê Hunermed û rêxistina mafê mirovan a li dijî qirkirinê Kurdocîde Watch CHAK li ser ji aliyê alîkara Seroka Şaredariyê ya berê ya Stockholmê Ann-Margarethe Lîvh ve hate xwendin.

Di deklerasyonê de hate gotin ku dewleta Tirk li gel komên cîhadîst êrîşî yek ji navendên herî aram ên Sûriyeyê kir ku 400 hezar sivîl lê sitirî bûn Efrîn dagir kirin û di encamê de 240 hezar kesên sivîl neçar man ku warên xwe biterikînin. Di deklerasyonê de bal hate kişandina ser planên Erdogan ên dagirkirina Rojava û ev tişt hate gotin:

“Daxwazên nû yên dagirkirinê yên Tirkiyeyê hene, vê carê çavê xwe daye Rojava. Tirkiye ji bo rêveberiyên xweser ên Kurd ji holê rake bi vekirî gefan li Minbicê û herêmên din ên Kurd lê ne dikin. Planên dagirkeriyê yên Tirk rastî nerazîbûnên hişk ên navneteweyî hatin. Lê ev nayê wê wateyê ku metirsiyên dagirkirinê rabûne.”

Di deklerasyonê de hate gotin ku li Tirkiye û Kurdistanê wê 31’ê Adarê hilbijartinên xwecihî bên kirin û despotê Tirkiye Serokkomar Erdogan mîna hilbijartinên berê yên hatin kirin ji beriya hilbijartinê ji bo destekê bigire, êrîşên leşkerî pêk tîne.

Di deklerasyonê de hate bibîrxistin ku ji bo vê Rojava bi metirsiya dagirkirinê re rû bi rû ye. Hate gotin ku roja Yekşemê 20’ê Çileyê salvegera yekê ya dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve ye. Dewleta Tirk û komên cîhadîst li Efrînê mafê mirovan binpê dike.

Ji ber van tevan Navenda Navneteweyî ya Olof Palme, Komeleya Piştgiriya bi Kurdisatê re (SOL-KURD) Konseya Aştiyê ya Swêd, Ji bo Aştiya Swêdê Hunermed û rêxistina mafê mirovan a li dijî qirkirinê Kurdocîde Watch CHAK destekê dide Efrînê û her êrîş û gefên li ser rêveberiyên xweser ên li Bakur Sûriye û li Rojava şermezar dikin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê û şûnde, dirûşên piştgirya bi Rojava re hatin qîrkirin.