Ji bo azadiya Pîroglû li Ûlmê çalakî hat lidarxistin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi banga pêkhateyên xwe yên Ûlmê li navenda bajêr xwepêşandanek li dar xist.

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, ji bo piştevaniya bi Ecevît Pîroglû yê 119 roj in di greva birçîbûnê de ye çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Ji Pîroglû re azadî“ hatin hildan.

Xwepêşanderan diyar kir ku îadekirina Tirkiyeyê ya Pîroglû yê li Sirbistanê girtî, tê wateya şandina mirin û êşkenceyê ya Pîroglû ye û rexne li helwesta nemirovî ya Sirbistanê û bêdengiya welatên Ewropayê hat kirin.

Axaftvanan îşaret bi rûniştina sosret a îro jî kir û wiha got: “Ev rûniştin nîşaneya wê yekê ku kengî bixwazin dikarin Pîroglû teslîmê Tirkiyeyê bikin.“

Pêkhateyên ADGB’ê yên Ûlmê destnîşan kirin ku ew ê li çalakiyên xwe dewam bikin.