BI DÎMEN

HRE: Fermandar Karker Tolhildan şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku ji fermandarên wan Karker Tolhildan şehîd bûye.

Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) derbarê mijarê de daxuyaniyek da û nasnameya şehîd Karker Tolhildan eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşa me ya Rojava di pêvajoyên pir dijwar û aloz re derbas bû. Her pêvajoyekê bi xwe re serdemek nû ava kir û her serdemekê jî qehremanên xwe afirand. Li hemberî her awayî êrîşên li ser herêma me ya Efrînê têkoşîn, berxwedan û lehengiyên mezin hatin nîşandan. Hîn di salên destpêkê yên şoreşê de Efrîn yek ji bajarên ku bû hedefa hêzên çete. Şer, pevçûn û dorpêçên giran çêbûn. Ev êrîş, dorpêç îro veguheriye dagirkeriyê û li hemberî vê dagirkeriyê weke Hêzên Rizgriya Efrînê (HRE) têkoşîna me bê navber didome.

Yek ji qehremanên Şoreşa Rojava ku ji Amanosê berê xwe da Efrînê û ji wir tevlî pêngavên rizgarkirinê bû, fermandar Karker Tolhildan bû. Hevrê Karker ku di sala 2013’yan de bi komek hevalên xwe re ji Amanosê derbasî Efrînê bû, 10 salan bê navber kar û xebat da meşandin. Çi li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê, çi jî li dijî dagirkeriya Tirk bi cesareteke mezin li berxwe da û fermandariya şer girte ser milê xwe. Fermandarê me Karker di 10’ê Hezîrana 2023’yan de li herêma Efrînê di encama êrîşeke xedar de tevlî karwanê şehîdan bû. Di serî de malbata me ya hêja û fedekar ya hevrê Karker Tolhildan, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe re dixwazin û soza pêkanîna xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd dûbare dikin.

Hevrê Karker di nava malbateke welatparêz ku di oxira azadiya Kurdistanê de gelek bedelên giranbiha dan, ji dayîk bû. Bi destanên lehengiyê yên Agirî û Geliyê Zîlan mezin bû. Li ser vê bingehê weke soza tolhildana ji komkujiya Geliyê Zîlan û bi sedan komkujiyên Kurdistanê beşdarî nava refên şoreşê bû. Taybetmendiyên Kurdewariyê yên merdbûnê di xwe de bi awayekî xurt ava kiribûn. Hem di şerê xwe de, hem di jiyana de xwe merd bû. Bi zanebûna ku rêya serkeftinê di fedaîtiyê re derbas dibe, fedaîbûn veguherand şêwazê jiyana xwe. Tevî temenê xwe yê ciwan, lêhûrbûnên wî yên li ser rastiya dijmin pir xurt bûn û di demeke kurt de taybetmendiyên fermandartiyê di xwe de ava kirin, pêşengî ji cengên giran re kir. Fermandar Karker bi dilwêrekiya xwe ya di şer de û xuliqkariya xwe ya di taktîkên gerîla de bi dehan êrîş û dorpêçên dijmin têk birin.

Fermandar Karker û koma gerîla ya ku ji çiyayên Amanosê berê xwe da Efrînê, ji bo parastina gelê Rojava û Sûriyeyê, çi li Efrîn, Serêkaniyê û Kobanê, çi jî li Reqa û Dêrazorê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dan û bi pêngavên rizgarkirinê re, rêxistina herî hov a cîhanî têk birin. Ji hinek vê grûba bijare ya gerîlayên Amanosê li Efrînê, hinek li Kobanê, hinek ji wan jî li qadên cuda yên şoreşê şehîd bûn. Hevalên weke şehîd Şiyar Malatya, Mazlûm Cîger, Dewran Faraşîn, Mervan Ûrfa, Xebat Wan, Piling Adiyaman, Ronî Rojhilat û Xabûr Dêrik roleke dîrokî di pêşxistin û parastina şoreşa 19’ê Tîrmehê de lîstin. Her yek ji wana li eniyekê erka fermandariyê girte ser milê xwe û mil bi mil bi gelê Rojava re li dijî çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê şerekî emzin meşand. Bi vî rengî qonaxeke nû ya dîrokî dan destpêkirin û êdî şoreşa Rojava veguherî şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.

Di sala 2018’an de di kêliyên ku dewleta Tirk a dagirker bi xwe yekser êrîşê bajarê Efrînê kir, fermandar Karker bi heman ruha fedaî tevlî pêngava berxwedana Serdemê bû. Berxwedana dîrokî ya Qestel Cindo di bin fermandariya Heval Karker de pêş ket. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, fermandar Karker kete nava lêgerîna rizgarkirina Efrînê û bû yek ji damezrînerên Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE). Bi vê berpirsyartiyê û bi disîplîneke leşkerî ya bilind li bajarê Efrînê bi dehan çalakî kordîne kirin, birê ve birin û derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker dan. Ango bi awayekî rojane bersiv dida dijmin, rojev dişopand û li kur êrîşek li ser gel hebûya, yan jî hevalek şehîd ketibûya, fermandar Karker xwedî plan bû û yekser derbasî çalakiyê dibû. Bi vî rengî ti carî tola hevrêyên xwe yên şehîd li erdê nedihişt. Ji wê bû ku weke çalakvanê demê dihate naskirin. Tevî ku gelek caran birîndar bû, lê ti carî ranewestiya. Ji bo wî rêgeza sereke ya fermandartiyê ew bû ku divê li eniyên herî dijwar ên şer, li gel şervanên xwe be. Ji wê bû ku fermandar Karker ji bo hemû hevrêyên xwe hertimî bû çavkaniya moral, hêz û baweriyê. Ew fermandarek şareza yê şer û jiyanê bû. Hem di warê bîrdozî de, hem jî di warê leşkerî de 24 seatan xwe û şervanên xwe perwerde dikir. Ji ber ku bi sedan caran planên dijmin vala derdixist, her tim di hedefa dijmin de bû û gelek caran karî xwe ji kemînan xilas bike.

Hevrê Karker ku dagirkirina her bihosteke axa Kurdistanê ji kûrahiya dil û mejiyê xwe hîs dikir, di wê ferqê de bû ku divê xwe di hunera şer de pêş bixe û fermandartiya şerê gel ê şoreşgerî bigire ser milê xwe. Li ser vê bingehê bi şev û roj, bê rawestîn kar û xebat dida meşandin. bi awayek rojane keşfa baregehên dijmin dikir, hêza xwe amade dikir û di dema gûncav de bersiva pêwîst dida dijmin. Di vê wateyê de, mîna navê xwe hertim kar dikir, ked dida. Fermandar Karker ku bi hêza xwe ya çareseriya pirsgirêkan dihate naskirin, li cihê ku lê bû bi ti awayî rê ji xitimandin, bê çaretî û reşbîniyê re nîn bû.

Hevrêyê me Karker ku soz û çalakiya wî yek bû, bi sekin, mêrxwasî û lehengiya xwe ve di dilê hemû şervan û gelê me yê Efrînê de cih girt. Bi qasî ku lawê Serhedê bû, ewqas jî bû lawê Efrîna berxwedêr. Fermandar Karker, di serî de Rojavayê Kurdistanê, ji bo tevahî gelê me mîrateyeke mezin û bi nirx a berxwedanê li pey xwe hişt.

Weke şopdarên hevrê û fermandar Karker em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê nû dikin. Erkên şoreşgeriyê yên ku şehîdên me dewrî me kirine, em ê bi awayekî rast bicih bînin. Rizgarkirina bajarê Efrînê ku yekemîn armanca fermandar Karker bû, deynê li ser milê ye. Em soza wê didin ku heya vegera li ser xaka xwe ya pîroz Efrînê, weke Hêzên Rizgariya Efrînê wê têkoşîn û berxwedana me bê navber bidome. Sekna bi rûmet a Karker’an, Şiyar’an, Devran û Xabûr’an wê di hemû kêliyên jiyana me de esas be, rêya wan rêya me ye û em ê vê rêkê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de agahiyên nasnameya şehîd Karker hatin parvekirin.

Navê Kod: Karker Tolhildan
Navê Rast: Ridvan Ulugana
Navê Dayikê : Saide
Navê Bav : Kiyasettin
Dîroka şehadetê: 10 Hezîrana 2023 herêma Efrînê