HPG: Li Agiriyê 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku li Agiriyê di çalakiyeke gerîla de herî kêm 10 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê li nêzî qereqola Şilê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê hêzên me yekîneyeke artêşa TC a dagirker kontrol kirin û di 9'ê Mijdarê saet 13:00 de çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 10 leşker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi piştevaniya helîkopterên kobra û wesayitên zirxî û ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxist.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî pêk anîn.

Di vê çarçoveyê de;

Di 10'ê Mijdarê de saet di 15:45'an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li ser Girê Partîzan çalakiyek kirin. Derbên xurt li çeper û stargehên dijmin hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 11'ê Mijdarê de saet di 08:20'î hêzên me li Girê Partîzan careke din çalakî kirin. Di vê çalakiyê de ku derbên giran li çeper, kon û konteynirên li ser gir hate xistin gelek kon û konteynir şewitîn û îmha bûn. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hwayî kirin. Li gorî vê yekê;

Di 8'ê Mijdarê de saet di 11:45'an balafirên şer bombe li qada Kesta ya herêma Metîna barandin.

Di 10'ê Mijdarê de saet di 16:00 de balafirên şer bombe li qada Tepê Sor a herêma Avaşînê barandin.

Di 12'ê Mijdarê de saet di 07:00 de qada Werxelê ya herêma Avaşînê hate bombekirin.

Di 10'ê Mijdarê de ji ber êrişa hewayî 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wê piştre bên eşkerekirin."