HPG: Li Şemzînan û Sêrtê kontrayek û 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Şemzînan ya Colemêrg û navçeya Berwarî ya Sêrtê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. HPG'ê ragihand ku di çalakiyan de kontrayek û 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev tişt got;

LI ŞEMZÎNANÊ WESAYÎTEK LEŞKERÎ HATE RÛXANDIN, KONTRAYEK HATE KUŞTIN

"Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 18’ê saet 17:00’an li dijî wesayîta ku alavên leşkerî ji Girê Kelebe û Qereqola Dûrê ya navçeya Şemîzanan a Colemêrgê re dibir çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî bi temamî hate rûxandin, kontrayê ku di wesayîtê de hate kuştin.

LI NAVÇEYA BERWARÎ 4 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên me yên YJA-Starê bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de roja 19’ê Tebeaxê saet 09:30’an li dijî konvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku li ser rêya Çemê Karê û gundê Osyan yê navçeya Berwarî ya Sêrtê derketibûn operasyonê çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîteke dijmin hate rûxandin û qasî hate tespîtkirin 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker rê ji trafîkê re girt. Yekîneya me ya çalakî lidarxist bi silametî gihişte baregeha xwe.

NASNAMEYA GERÎLEYEKE ŞEHÎD HATE EŞKEREKIRIN

Di daxuyaniya xwe ya 19’ê Tebaxê de me ragihandibû ku di êrîşa hewayî ya 14’ê Tebaxê ya li herêma Çemçê ya navçeya Kaxizman a Qersê hevreyêk me şehîd bûbû. Nasnameya hevreyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Dijwar Rezan
Nav û Paşnav: Îsmet Dînç
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik – Bav: Ayten – Mûzaffer
Dem û Cihê Şehadetê: 14’ê Tebaxa 2019’an / Qers

Dijwar – Îsmet Dînç

Rêhevalê me Dijwar Rêzan di sala 1995’an de li Mûşê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Wekî hemû ciwanên Kurd ên li Kurdistanê dijîn di temenekî ciwan de bûye şahidê asîmîlasyon û zextên dewleta Tirk. Rêheval Dijwar li hemberî vê faşîzmê û ji bo azadiya gelê Kurd di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Dijwar ji roja ku tevlê bûye li qadên Bakur têkoşiyaye û peywirên xwe bi dîsîplîneke mezin pêk aniye. Rêheval Dijwar tevlî Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li eyaletê bûye. Rêheval Dijwar bi rûkenî, samîmîyetî û fedakariya xwe bala hemû hevalên xwe kişandiye û heta kêlîka ku şehîd bûye, ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye.

Malbata rêheval Dijwar di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya ku şehîdan dewrî me kiriye, em ê bigihînin serfiraziyê."