Hikumeta Elman: Em şopdarên Doza Kobanê ne

Berpirsyara Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a Hikumeta ELman Baerbel Kofler nerazîbûn nîşanî Doza Kobanê da û got, "Em şopdarê vê dozê ne."

Li dijî êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê, gelê Kurd di navbera 6-8'ê Cotmeha 2014'an de rabû serhildanê. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi hinceta vê serhildanê fermana 'Doza Kobanê' da û li ser vê yekê îro rûniştina destpêkê ya vê dozê pêk hat. 28 jê dîlgirtî bi giştî 108 siyasetmedarên HDP'î lê têne darizandin. Berpirsyara Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a hikumeta Elman Baerbel Kofler nerazîbûn nîşanî dozê da.

Kofler zextên li ser HDP'ê û endamên wê rexne kir û anî ziman ku li Tirkiyeyê mirovên nêrîna xwe ya cuda tîne ziman, tên krîmînalîzekirin. Di daxuyaniyê de ku li malpera înternetê ya fermî ya Wezareta Karên Derve ya Elman hate weşandin, Kofler diyar kir ku hikumeta ELman wê şopdarê Doza Kobanê be.

Siyasetmedara ji sosyal demokrat Kofler ragihand ku wê ji nêz ve bişopînin bê dewleta hiqûqê tê meşandin yan na û xwest, dawî li lêpirsîn û darizandina Selahattîn Demîrtaş bê anîn. Kofler got, "Li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê divê Demîrtaş bê berdan."