Meha Remezanê 6'ê Gulanê dest pê dike. Saziya alîkariyê ya Kurd Heyva Sor a Kurdistanê ji bo vê mehê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Heyva Sor ku her sal bi kampanyayên wiha bi hezaran mirovî dilxweş dike, îsal jî wê alîkariyê bişîne ji gelê Rojhilatê Kurdistanê re, ku di bin lehiyê de mabûn.
FITRE Û ZIKA JI ROHILATÊ KURDISTANÊ RE
Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî lehiya îsal a li Rojhilatê Kurdistanê bi bîr xist, got, ''Ji ber bobelata lehiyê ku hema hema hemû Rojhilatê Kurdistanê da ber xwe, gelek bajar, bajarok û gund di bin avê de hiştine. Gelek mirov mirine û birîndar bûne. Bi hezaran mirov ji bêgavî malên xwe berdane û pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye. Em bendewariya alîkariyê û hêviya gelê xwe bi cih bînin û birîna wan em bipêçin. Ji bo ku em peywirên xwe yên meha Remezanê bi cih bînin dest bidin hev û destê alîkariyê bidin mirovên xwe. Hûn dikarin fitre, zikayên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihînin mexdûrên bobelata lehiyê ya Rojhilatê Kurdistanê.''
Xêrxwaz serê şexsî herî kêm 10 Euro dikarin fitre û zikatên xwe bi rêya Heyva Sor bidin kesên hewce. Dikarin xwe bigihînin nimroyan hesaban û rewşa kampanyayê.
Heyva Sor a Kurdistanê par fitre û zika şandibû ji Efrîniyan re ku ji ber dagirkerî êrîşa Tirk a li ser Efrînê ji bêgavî koçî Şehbayê kiribûn û gelê Sûr, Cizîr, Silopya, Nisêbînê. Heyva Sor a Kurdistanê 260 hezar Euro alîkariya madî şandibû.