Hevserok Hecî: Ji bo careke din komkujî nebe, em bibin yek!

"Dewleta Tirk û hevkarên wê dizanin ku li Şengalê pêşketin heye. Hêzeke Êzidiyan heye, wan diparêze. Rêxistineke Êzidiyan heye wan bi rêve dibe û rêkûpêk dike. Berxwedaneke Êzidiyan a li dijî qirkirin fîzîkî û çandî-olî heye. Lewre êrîş dikin."

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî di derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê de diyar kir ku destê dewleta Tirk di 73 fermanên li ser Êzidiyan de hatî pêkanîn de heye û bal kişand ser girîngiya tifaqa Êzidiyan. Hecî bal kişand ser metirsiya civaka Êzidî pê re rû bi rû ye û got, “Qirkirin û fermana li ser Êzidiyan hêj bi destê dewleta Tirk bi van êrîşan tên dewamkirin. Yekane riya pêşîgirtina vê qirkirinê yekîtî, tifaqa civaka Êzidî, mezinkirin û xwedî derketina hêza xweparastina Êzidxanê ku em tola şehîdên xwe bigirin.”

LI IRAQÊ PERGALA DEWLETÊ NEMAYE, DIVÊ EM BI XWE XWEPARSTINA XWE PÊŞ BIXIN

Hisên bal kişand ser aloziya li Iraqê û diyar kir, “Dewleta Tirk a qirker ji vê sûd werdigire û êrîş tîne ser Şengalê. Niha dewleta Iraqê bi alozî û qeyranekê re rû bi rû ye û nediyarî heye. Lewre divê em weke civaka Êzidî hêza xwe ya parastinê YBŞ’ê xurt û mezin bikin ku em bikarin pêşî metirsiyên li ser civaka xwe bigirin.”

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Hecî ji ANF'ê re rewş Şengalê wiha dinirxîne:

"Li ser civak û erdnîgariya me êrîşeke qirkirinê pêk tê. Li hemberî van êrîşan dewleta Iraqê bêdeng dimîne. Bi rastî  ji sala 2013’an vir ve ti bandora desthilatdarî û serweriya dewleta Iraqê li ser xakê nemaye. Dewleta Iraqê di nava parçebûn û aloziyê de ye. Lewre dewleta Tirk a dagirker û qirker ji vê valatiyê sûdê digire û êrîşê tîne ser Şengalê û Êzidiyan. Piştî fermana bi destê DAÎŞ'ê ku piştevan û serkêşê wan dewleta Tirk û Erdogan bû; ciwanên civaka me ji bo parastina xaka xwe, nirx û civaka xwe, hêza xwe ya xweparastinê YBŞ ava kirin.

Berpirsyarên dewleta Iraqê, hukumet û desthilatdar li ber berpirsyarî û erkên xwe ranabin, pêk naynin. Lewma li Iraqê ti nîzam nemaye. Bêserûberî û pirserîtî heye. Di nav dewlet û desthilatdariyê de hinek derdor li pey hesab û berjewendiyên xwe ne, hinek li pey diziyê ne, hinek ji xwe ne yê vê xakê ne, ji derve hatine Iraqê û xwe bi ser Iraqê ve girtine. Bi kurtasî Iraq niha ne xwedî serweriyê ye. Heke serweriya wê hebûya, xîreta berpirsyarên Iraqê hebûya, dewleta Tirk nikariye ji asîmanên Iraqê bê û li Êzidiyan bide, li şervanên Êzidiyan bide ku di nav Êzidiyan de tevlîhevî derîne. Rayedarên Iraqê li hemberî van êrîşan bêdeng in. Hinek hevkar û nokerên dewleta Tirk jî hene ku bi wan re kar dikin, dixwazin tevlîheviyekê di nav Şengalê de çêbikin. “

EV ÊRÎŞ XELEKEKE FERMAN Û QIRKIRINÊ YE

Hecî di berdewama şîroveya xwe de diyar kir ku ev êrîşa dewleta Tirk xelekeke ferman û berdewama qirkirinê ye û wiha pê de çû:

“Dewleta Tirk û hevkarên wê dizanin ku li Şengalê pêşketin hene. Hêzeke Êzidiyan heye wan diparêze. Rêxistineke Êzidiyan heye wan bi rêve dibe û rêkûpêk dike. Berxwedaneke Êzidiyan a li dijî qirkirin fîzîkî û çandî-olî heye. Lewre neyar û dijminên Êzidiyan naxwazin li Şengalê pêşketin çêbe. Bi derxistina van tevlîheviyan dixwazin civaka me çavtirsandî bike, bi van êrîşên xwe nehêle ku koçberên ji ber qirkirina hevkarê dewleta Tirk DAÎŞ'ê koçber bûyî vegerin ser xaka xwe. Naxwazin li Şengalê aramî çêbe ku miletê Şengalê ji bo pêşeroja xwe gavan pê de bavêje. Ji van êrîşan ev bi eşkere tê dîtin. Ev xelekeke berdewama fermana di serê Êzidiyan de hatî anîn e. Divê civaka me baş bizanibe, hêj ferman xilas nebûye, divê em xwe nexapînin. Îro ferman bi destê dewleta Tirk û Erdogan tê meşandin. Tişta ku DAÎŞ'ê nekarî bike, dewleta Tirk dixwaze bibe serî.

Lewre em dengê xwe bang li hemû miletê Êzidî dikin; bila dengê me bibihîzin; îro balafirên dewleta Tirk tê li ser xaka Iraqê, li Şengalê li avahiyeke YBŞ’ê ya di nav mala Êzidiyan de dide, çar fermandar û şervanên Êzidiyan qetil dike. YBŞ hêza parastina Êzidxanê, civak û nirxên me ye; hêzeke fermî ya beşeke artêşa Iraqê ye. Lê belê heta niha me nedîtiye ku kesekî dengê xwe derxistiye û nerazîbûn nîşan daye. Divê em xwe nexapînin, îro ev komkujî li ser YBŞ'ê ye, sibe li ser hêz û cihekî dîtir e. Divê Êzidî li  hemberî vê komkujî, dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin. Êzidiyên Ewropa, yên Rojava rabûne ser piyan, lê belê Şengal bertek û helwesta pêwîst raber nake. Divê em dengê xwe bilindtir bikin.

Fermandar hevalê Zerdeşt, qehremenekî Êzidiyan bû; ne tenê ji ber parastina eşîr û malbatekê xwe kir cangorî; ji Dêrezorê bigire heta Reqayê, heta Şengalê, heta hinek gundên Ereban, bê ferq û cudatî parastina hemû miletê Êzidî dikir.

Em careke dîtir dengê xwe digihînin hemû Êzidiyan ku tifaqa xwe biratiya xwe çêbikin ku Êzidiyatî li ser xaka Şengalê bi azad bê jiyîn. Divê civaka me bêdeng nemîne, derfet nede ku careke dîtir destê dijmin bikeve nav Êzidiyan. Bila partiyên wan hebin, bila hesabên wan hebin, bila bernameyên xwe pêk bînin; lê belê bila di bin sêwana Êzidiyatiyê de hev biparêzin. Bila parçebûn nekeve navbera wan ku careke dîtir ferman li ser civaka me ya Êzidiyan de neyê.

Tişteke gelek zehmet û dilsoj e ku 4 fermandar, şervan û xortên Êzidiyan bên şehîdxistin û miletê Êzidî bêdeng bimînin. Ev ji bo me Êzidiyan gelek şerm û fedî ye. Divê heta niha me Êzidiyan bi dehan awayî daxuyanî, meş, şermezarî hwd dabûna. Deng li hukumeta Iraqê kiribûna, şermezar kiribûna.

Em bang dikin: ka DYE, ka NY, ka mafê mirovan ka mafê parastina rûmet û hebûna mirovahiyê? Hemû bêdeng in, xwe ker û kor dikin û hay ji miletê Êzidî nînin. Derewan dikin, bêdengiya wan ji hevpariya wan tê! Heke miletê Êzidî xwe nekin yek, tifaqa xwe, biratiya xwe çênekin, hêzeke xwe ya hevpar çênekin; dê her tim ferman ser Êzidiyan de bên û ev metirsî bidome. Heke em vê nekin wê miletê Êzidî venegere Şengalê. Miletê me yê koçber bûyî dê bêje li Şengalê aramî nîne; her roj Tirk li me didin, her roj çeş li vir re derbas dibe, her roj yek bandor lê dike û davêje ser! Lewre em bang li hemû Êzidiyan dikin ku hemû Şengalî bi biratî û Êzidiyatî hev qebûl bikin da ku rê li ber van êrîş û qirkirinên li ser Êzidiyan bên girtin.”

ZERDEŞT FERMANDAR Û QEHREMANEKÎ ÊZIDIYAN BÛ

Hecî bal kişand ser kesayetî lehengiya fermandar Zerdeşt û hevrêyên wî û wiha pêde çû:

“Hevalê Zerdeşt fermandar û generalekî Êzidiyan bû; fedayîyê Tawûsê Melek bû ku we bi xwe di dîmenên wî yên berê de dît ku dibêje ‘em fedayiyên Tawûsê Melek in.’ Hevalê Zerdeşt, yek ji riknê hevgirtina Êzidiyan bû. Lewre şehadeta wî gelek bandor li me kir. Pêşengekî Êzidiyan ê qehreman bû. Ruhê xwe, canê xwe kiribû goriya Êzidiyan û Tawûsê Melek. Keda wî li Şengalê û ser miletê Êzidî gelek hebû. Ev planên dewleta Tirk û hevkarên wan e ku bi taybet hevalê Zerdeşt hedef girtin. Lewre naxwazin pêşeng û fermandarekî Êzidiyan pêş bikeve. Îro çi mirovên me ku hem ji aliyê leşkerî, hem aliyê civakî û hem jî ji aliyê siyasî ve ji bo tifaq û yekîtiya Êzidiyan gav avêtibin û ji Êzidiyan re  pêşengî kiribin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin.

Em vî rûyê dewleta Tirk ê qirker baş nas dikin. Ne tenê niha, ev sedê salan e ku dewleta Tirk fermanan li serê civaka me Êzidiyan de tîne. Di dema osmaniyan de kalikên wan ên hov dixwestin Êzidiyan qir bikin. Ev ne carek, du car e; ev 73 car in ferman di serê civaka me de tê anîn.

Em bi xemgînî vê tînin ziman ku heta niha em bi xwe ve mijûl bûne. Ferman tê pêkanîn civaka me tê qirkirin; paşê 10 sal, 20 sal di ser de derbas dibe, em tiştekî nakin, tedbîrên xwe nagirin. Divê êdî em baş bizanin ku heta em tifaqa xwe, yekîtiya xwe çênekin, hêza xwe ya parastinê çênekin wê ev ferman berdewam bin. Lewre divê em hêza xwe ya xweparastinê xurtir bikin, piştevaniya şervanên xwe, xwişk û birayên xwe yên di nav refên YBŞ’ê de bi lehengî berxwe didin û civaka me diparêzin, bikin. Yek jî ferman netenê bi kuştina fîzîkî pêk tê; ferman bi siyasetî, bi hişmendiyê jî tê kirin, bê tifaqhiştin jî şer e. îro tevahiyan van aliyan ve li ser Êzidiyan ferman û qirkirin berdewam e. Lewre em bang li hemû Êzidiyan dikin ku li hev bicivin, bi biratî hemû hêz, pêşeng û civakên Êzidiyan tifaqê çêbikin ku bikaribin pêşî li van metirsiyan bê girtin."