Hejmara Mijdarê ya Serxwebûnê hate weşandin

Hejmara 491'ê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "PKK'ê herikîna dîrokê guherand" hate weşandin.

Hejmara meha Mijdarê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin. Di vê hejmarê de hevpeyvîna bi endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan a li ser salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê, analîza endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ya têkildarî rewşa siyasî, aborî û civakî ya li Tirkiye û herêmê, vegotina Şerê Gel ê Şoreşger a Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan, nivîsên Pîroz Nûda û Şîmal Ulkem Guneş ên li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê hatin weşandin.

Karasû di analîza xwe de got, "Bi tecrîda giran re hewl didin ku tolê ji Rêber Apo hilînin, nehêlin ku fikrên Rêber Apo bigihêje tevgerê, gel û mirovahiyê" û li ser şerê li herêmê got, "Dewleta Tirk li Sûriyeyê planên qirêj dike. Efrîn ji OSO radestî El Nûsra kir ku ev yek nîşan dide bê wê planên xwe yên qirêj bigihîne kîjan astê. OSO ya ku bi salan bi kar anî, da şer kirin û bi hezaran ji wan ber bi mirinê ve dehf da, pêşkêşî bazarê dike, difiroşe. Niha El Nûsra daniye ber xwe û bi destê wê dixwaze êrîşî Şoreşa Rojava bike."

DERDÊ PDK'Ê DEWLEMENDKIRINA XWE YE

Dûran Kalkan jî got, "Mînaka şênber a neteweperestiya kevnar, PDK ye. PDK ku ji salên 1990'î û vir ve qaşo 30 asl in rêveber e, ji bilî dewlemendkirina xwe tiştek nekiriye. Malbata Barzanî bû yek ji dewlemendên sereke yên cîhanê. 30 sal in Başûrê Kurdistanê şêlandine. Civak, nirxên Başûr talan kirine. Berjewendiyên parçeyên din jî hewl didin bi xwe ve girê bidin. Hewl didin pêşî li pêşketina Şoreşa Rojava bigirin, Şoreşa Rojava tasfiye bikin."

DI SALA 45'AN A PARTIYÊ DE WEZÎFEYÊN ŞOREŞGERÎ

Komîteya Rêveber a PKK'ê jî têkildarî salvegera damezrandina PKK'ê ji bo kadro û sempatîzanên xwe giştînameyek weşand û destnîşan kir ku di sala 45'an a PKK'ê de gelek bûyer û pêşketinên nû dibe ku rû bidin. Komîteyê got,"Bêguman divê em ji her kesî bêhtir vê rastiyê bibînin û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi serketî bi cih bînin. Partîbûn, pêşengî vê yekê ferz dike. Xeta Rêbertî vê yekê ji me dixwaze. Wê demê di sala 45'an a partiyê de divê em hîn bi baldarî û têkoşeriyê tevbigerin."

BER BI KONFEDERALÎZMA JINÊ YA DEMOKRATÎK A CÎHANÊ

Şîmal Ulkem Guneş û Pîroz Nûda bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê du nivîsên cuda amade kirin. Pîroz Nûda got, "Li dijî her cûre tundiya mêr û dewletê, Jin, Jiyan, Azadî." Şîmal Ulkem Guneş jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê "Pêşketina Xeta Jinê ya Azad û PKK'ê veguheriye Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî" got, "Bi Konferansa Jinê ya li Berlînê re ew perspektîf afiriye ku sîstema Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê dikare jiyana azad bê avakirin."

RASTIYA ŞER Ê GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Mûrat Karayilan jî destnîşan kir ku jinûve avabûna PKK'ê berxwedana xurt a îro ya gerîla bi xwe re aniye û got, "Berê di nava gerîla de yekîne, tabûr, alay, tûgay hebûn. Bi temamî weke hev nebe jî niha jî yekîne, tabûr an jî tûgay ên di ser sîstema tîm de dikarin hebin. Lê belê hêzek çiqasî mezin be, hejmara xwe bi deh hezaran kes jî be, girîng e ku ev hêz xwe bi temamî li gorî sîstema tîm bi rêxistin bike û şer bike. Em ji vê re jî 'Şerê tîm ê gerîla yê bi koordîne' dibêjin."

Di hejmara Mijdarê ya rojnameya Serxwebûnê de her wiha Cîhan Eren bi sernavê "Înkar û dijminatiya dewleta Tirk a li Elewiyan" gotarek amade kir. Her wiha nirxandina Koordînasyona Komalên Ciwan û nivîsên li ser fedaiyên çalakiya Mezîtlî ya Mersîn Sara û Rûken hatin weşandin.

Rojnameya serxwebûn li ser înternetê li ser navnîşana serxwebun.info dikare bê peydakirin.