Haydar Işik li Mala Cemê ya Augsburgê hate bîranîn

Ji bo nivîskar Haydar Işik ê di 17’ê Kanûnê de li bajarê Munîhê yê Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir, li Mala Cemê ya Augsburgê bi meresimekê hate bîranin.

Nivîskar Haydar Işik ku ev 6 sal bûn bi nexweşiya penceşêrê ketibû, di 84 saliya xwe de li mala xwe ya li Munîha Elmanyayê jiyana xwe ji dest da bû. Ji bo Işik li Mala Cemê ya Ausburgê bi meresimekê hate bîranin. Her wiha wê sibe cenazeyê Işik li Maisachê were defininkirin. Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç, Hevserokê FEDA Demîr Çelîk, Hevseroka Kongreya Avakirina Dêrsimê Hulya Yer, Parlamentera Eyaleta Bavyera ya Keskan Gulseren Demîrel, Selîm Sadak, Osman, Ergun, keça Işik Yuksel Mutlu û kurê wî Murat Işik tevlî meresima bîranînê bû. Li cihê bîraninê pankarta “Em te jibîr nakin, oxir be“ hate hilawistin.

Di bîraninên de gelek kesan mafê axaftinê girt û bal kişandin li ser jiyana Haydar Işik.

‘EM Ê WESYETA WÎ BÎNIN CÎH‘

Di bîranînê de Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç axaftinek kir û anî ziman ku birayê Haydar di dilê gelê Kurd de xwedî cihek girîng e û got: “Ew kesekî ji axa xwe hezdikir. Berî 3-4 mehan ez hatim ba wî û wî ji min pirsî ‘Hevalên me çawanin? Gerîlayên azadiyê ên ji bo Kurdistanê şer dikin, şehîd dikevin. Vale ne rawestin, bixebitin.‘ Li kûdera Kurdistanê tiştek çêbûya ruhê hevalê Hayder li wir bû. Heval Haydar ji Dêrsimê bû, lê dilê wî ji bo çar parçeyên Kurdistanê lêdixist. Tişta dikeve li ser milê me divê em xwedî li wesyeta wî derkevin. Em sozê didin te em ê ji bo Dêrsima azad û Kurdistana azad bixebitin û wesyeta te bînin cih.“

Piştî axaftina Hevseroka KCDK-E Yuksel Koç, sînevziyona li ser jiyana Haydar Işik hatiye amadekirni, hate temaşekirin.

‘JI BO KURDISTANÊ TÊKOŞIYA‘

Piştî sînevziyonê, Parlamentera Eyaleta Bavyera ya Keskan Gulseren Demîrel jî axaftinek kir û anî ziman ku nasnameya herî bilind a mamoste Haydar timî Kurd bûn bû û got:“Nivîskar û rewşen bîr, lê nasnameya herî bilind ji bo wî Kurd bûn bû. Mamoste Haydar Kurdê Elewî yê Dêrsimê bû. Lê ji bo Kurd neçin mizgeftên xelkê li Munihê mizgeft ava kir. Wî timî ji bo Kurdistanê têkoşîn meşand. Em ê çawan xwedî li mîrateya te xwedî derkevin, em dibêjin em ê te tu carê jibîr nekin.“

‘EM Ê XWEDÎ LI NIRXÊ XWE DERKEVIN‘

Hevserokê FEDA’ê Demîr Çelîk jî di bîranînê de axaftina xwe bi kirmancî kir û got: “Her kes jiyana xwe ji dest dide, lê li her kesê wiha xwedî derketin tuneye. Bila serê malbatê bilind be. Nivîskar û birayê me bû. Bi sedan kes îro li vire, eger şewb tunebûya wê îro bi hezaran kes li vir bûya. Wê keda mamoste vale neçe. Ê ku komkujiya Dêrsimê herî baş bi me da fêm kirin ew bû. Eger em xwedî li ziman û çanda xwe dernekevin em ê çawan wesiyeta mamoste Hayder ji nivşê nû re ragihînin. Ji bo Kurdistanek azad em ê xwedî li nirxê xwe derkevin. Em ê wesiyeta mamoste Hayder bînin cîh. Oxîr be, rêya te rêya me ye.“

‘EM Ê ROJEKÊ BIBIN DÊRSIMA AZAD‘

Keça Haydar Işik, Yuksel Mutlu jî axaftinek kurt kir û got: “Xwedîderketinek ewqas mezin em şad û bextewar kirin. Tenê daxwazek me ji we heye, têkoşîna wî li erdê nehêlin. Bila soza me be, em ê hestiyên te rojek bibin Dêrsima azad.“

Wê cenazeyê Haydar Işik sibê di saet 9.30’an de li Lusstraße navnîşana 15-13 82216 Maisach were definkirin.