Greva Îlhan Şîş di roja 42’an de ye

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya kuÎlhan Şîş a li Gallerê ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin,  di roja 42’an de ye. Elewî û Kurdistaniyan serdana Şîş kirin.

Nûnerên Navenda Çanda Elewî ya Galler û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Newportê serdana Îlhan Şîş kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

Nûnerên Navenda Çanda Elewî ya Gallerê diyar kirin ku li Tirkiyeyê ji bo aşitî û demokrasiyê divê berî demekê doza Kurd were çareserkirin. Nûneran got; “Divê beriya ku şehadet çêbibin daxwazên çalakgerên werin qebûlkirin. Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan were.”