Gelo Fransa li dijî Kurdan bi rê û rêbazên rejîma Enqereyê tevdigere?

Di nava çend hefteyan de li Lyonê sê êrişên nijadperestî hatin kirin. Li sê bajaran di serdegirtina polîsan de gelek kes hatin destgîrkirin, ji qereqolan bang li dehan Kurdan hate kirin. Ji sala 2019'an ve mal û milkê bi dehan kesî hate cemidandin.

Roja ku bi dehan nijadperestên ser bi Enqereyê ve li bajarê Lyonê êriş kirin, Rohbîn li komeleyê mêvan bû. Li dijî 20 êrişkarên ku rûyê xwe bi maskeyan pêçandibûn û hewl didan bikevin hundirê komeleyê, ew çar kes bûn.

Êrişa nijadperest a ku 3'ê Nîsanê li Lyonê pêk hat, li Fransayê bûbû rojev. Lê belê pêvajo û plana beriya êrişê hebû. Êrişkaran hemûyan kincê reş li xwe kiribûn û maske xistibûn serê xwe.

KEŞFA BERIYA ÊRIŞÊ

Navenda Çanda Mezopotamyayê zêdeyî 20 sal in li herêma 7'an a li navenda heman bajarî ye. Wê rojê li navendê tenê çar kes hebûn. Êrişkaran keşf kiribûn û li benda dema herî guncaw bûn.

Beriya êrişê, ji bo parastina Navenda Çandê komek anarşîst hebû. Dema ku ew ji bo çalakiyeke din ji ber komeleyê çûn, saet di 14:00 de êrişkar ketin nava liv û tevgerê.

Rohbîn dema qala wê rojê dike dibêje, 'diyar e çavdêrî dikirin'. Rohbîn anî ziman ku 25'ê Adarê dema ku 3 kesan keşf dikirin pê hesiya û got, "Me rûyê wan dît, lê tenê karîbûn ji pişt ve wêneyê wan bikişîne. Hefteyek piştî vê keşfê êriş pêk hat."

Li gorî Rohbîn, ên ku êrişî komeleyê kirin derdora 25 kes bûn. Nêzî 15 kesî nobed digirtin. "Di destê wan de hesinê ku mîna kulmê bi kar dianîn, çoyê beysbolê, kêr hebûn. Firsend nedîtin ku kêrê bi kar bînin."

HEMÛYAN KINCÊ REŞ LI XWE KIRIBÛN, MASKE XISTIBÛN SERÊ XWE

Çar kesên ku komele parastin birîndar bûn. Rohbîn dibêje, "Birîndarên me jî ji ber wan hesinan bû" û wiha dewam dike, "Dema ku ketin hundir rûyê wan pêçayî bû. Maske li ser rûyê wan bû. Hemûyan jî kincê reş li xwe kiribûn. Bejna wan bi qasî 1.65 metreyî dirêj bû. Temenê wan jî di navbera 20-25 salî de bû. Perwerdeya lêdanê wergirtibûn."

Rohbîn ragihand ku wan bi ço û gogên bîlardo, bi qedehên çayê û kursiyan bersiv dan êrişkaran û got, "Me nehişt ku ew bikevin hundir." Li gorî Rohbîn, dixwestin wan lînç bikin, piştre jî li medya dîjîtal parve bikin, lê bi ser neketin.

TELEFONA DESTAN A JI BER ÊRIŞKARAN MAN

Rohbîn tîne ziman ku ji êrişkaran 5, 6 kes birîndar bûn, neçar man birevin û dibêje, "Telefoneke wan kete destê me, me jî da polîsan."

Rayedarên komeleyê dibêjin, di mijara gefên faşîst-nijadperestan de wan berê agahî dan polîsan, lê belê ti tedbîr wernegirtin.

ROJA NEWROZÊ JÎ ŞOPANDIN Û ÊRIŞ KIRIN

Beriya 3'ê Nîsanê meha Adarê jî hewl dan êrişê bikin. 20'ê Adarê di vegera çalakiya Newrozê de çar kesan dema ku pankart û al dibirin komeleyê ji aliyê 20 kesî ve hatin şopandin. Kurdên ku bi rewşê hesiyan, agahî dan koma çalakger a ku bi qasî kîlometreyekê dûrî wan bû. Rohbîn dibêje, "Em gihîştin wan". Di vê êrişê de ji êrişkaran 6 kes birîndar bûn, yek jî di destê çalakgerên Kurd de ma. Rohbîn dibêje, "Li ser wî ne nasname ne jî telefon hebû. Berê xwe bi rêxistin kiribûn. Yekî ji tirsa got 'Ez ji Yozgatê me, lê Tirk nînim'." Rohbîn diyar dike ku êrişkaran xwe li derveyî Lyonê bi rêxistin kirin û anî ziman ku çar roj piştî êrişê di 24'ê Adarê de vê carê li ser dîwarê komeleyê gefên 'RTE' û 'Bi aqil bin' hate nivîsandin.

Rohbîn dibêje, "Li Lyonê hejmara van zêde ye, lê newêrek in. Bi psîkolojiya çeqelan tevdigerin. Dema ku yekî qels bibîne bi rengekî komî êriş dikin" û destnîşan dike ku pêwendiya van êrişan bi Enqereyê re heye: "Dibe ku pêwendiya xwe bi rewşa li Tirkiyeyê hebe. Dewleta Tirk her ku dikeve nava krîzê êrişên bi vî rengî li dar dixe."

ÇETEYA NAVNETEWEYÎ YA MÎT'Ê: GURÊN BOZ

Rêxistinên Kurdan ên li Fransayê işaret bi wê yekê dikin ku êrişên li Lyonê ji aliyê rêxistina nijadperest a paramîlîter a Enqereyê, Gurên Boz ve hatine kirin. Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) ragihand ku êrişên Gurên Boz ên li Fransayê ji MÎT'ê cuda nîne. Di destpêk ameha Mijarê de Desteya Wezîran biryar dabû ku rêxistiniya Gurên Boz bi rengekî fermî betal bike, lê belê di pratîkê de xuya ye ev biryar bi cih nehatiye anîn. Halbûkî ev rêxistinî weke hêza paramîlîter a dewleta Tirk hem li nava welêt hem jî li derveyî welêt êrişî Ermen û Kurdan dike, sûcên giran dike.

HIKUMETA FRANSAYÊ HÊZÊ DIDE WAN

Ev êrişên ku pêwendiya xwe bi polîtîkayên Enqereyê yên li dijî Kurdan heye, ji kiryarên zordar ên Fransayê yên dema dawî li dijî Kurdan dike, hêzê werdigirin.

Êrişên li Lyonê di demeke welê de hatin kirin ku polîsên Fransayê li sê bajaran avêtin ser malên Kurdan. 23'ê Adarê li Parîs, Marsîlya û Dragûîgnanê bi hevdemî avêtin ser Kurdan û di encamê de herî kêm 12 kes hatin destgîrkirin, 7 ji wan jî hatin girtin.

TARHAN: SERDEGIRTINÊN LI MARSÎLYAYÊ SIYASÎ NE

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Erhan Tarhan dibêje, "Ji sedî sed biryareke siyasî ye, ji jorê ve biryara serdegirtinê hatiye wergirtin."

Tarhan dibêje, "Ti hişyarî yan jî lêpirsînek berê nehate kirin" û wiha dewam dike, "Em vê yekê weke beşek ji polîtîkaya zext û tepisandina Kurdan a li Erdogan dibînin."

POLÎTÎKAYA TEPISANDINÊ YA BI RÊBAZA TIRKIYEYÊ

Bi serdegirtina dawî re li bajêr zextê li dijî Kurdan gihîşte asteke nû. Li gorî Tarhan, "Heman polîtîkaya tepisandinê ya Erdogan tê meşandin."

Di demên cuda de ji qereqolê bang li nêzî 100 kesî hate kirin û bi hinceta lêpirsînê zexta sîxuriyê li wan hate kirin.

Tarhan got, "Zextê dikin ku bi wan bide gotin ku 'komele tê zextê li me dike'. Di bin navê karê anketê de bang dikin. Em cara yekemîn dibînin ku di vê astê de dikin. Ev kiryar ne rêbaza Ewropa û Fransayê ye. Dişibe rêbaza Tirkiyeyê."

Tarhan diyar kir ku ji bo heft kesên girtî wan îtiraz kirine û got, "Rewşa du ji wan ji bo girtîmayinê ne guncaw e. Yek jê tedawiya kanserê dibîne, yek jî du mehan carekê divê xwîna wî bê guhertin. Ji bo di dema herî nêz de bên berdan, em hewl didin."

DOZA LI ENQEREYÊ DERBASÎ FRANSAYÊ KIRIN

Rêbazên Enqereyê li Parîsê bêhtir diyar dibin. Roja 24'ê Adarê bi rêya nameyekê ji qereqolê bang li Hevserokê berê yê CDK-F'ê Vedat Bîngol hate kirin. Bîngol tevî parêzerê xwe çû hevdîtinê. Bîngol got, "Dema ku em çûn qereqolê nivîsek ji 10 rûpelî ya têkildarî dozek dozgerên Enqereyê hebû. Di sê, çar rûpelên wê de wêneyên ji medya dîjîtal û yek-du wêneyê ji pirtûkek SETA'yê (Weqfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasetê, ku saziyek ser bi hikumeta Tirk e) hatibû wergirtin." Bîngol anî ziman ku wî red kir bersivê bide pirsan û diyar kir ku parvekirinên wî yên li medya dîjîtal weke sûc hatine nîşandan û li Enqereyê doz lê hatiye vekirin.

DU SAL IN PÊKANÎNEKE NÛ HEYE

Bîngol diyar kir ku nêzî du sal in li dijî wan rêbazên 'cemidandina mal û milkê wan' û 'cemidandina hesabê wan ê bankayê' tê bikaranîn. Biryareke bi vî rengî 13'ê Hezîrana 2019'an li Rojnameya Fermî hatibû weşandin. Li gorî Bîngol pêwendiya vê kampanya zextê ya nû bi Enqereyê re heye: "13'ê Hezîrana 2019'an Wezîrê Karên Derve yê Fransayê çû Tirkiyeyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk re hevdîtin kir. Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de (Wezîrê Tirk) têkildarî vê biryarê psas kir û got, 'em teşwîq dikin'. Vê pêvajoyê dewam kir û di nava 6 mehan de 12 Kurdên din li vê lîsteyê hatin bicihkirin."

Bîngol ragihand ku pêwendiya serdegirtinên li Marsîlyayê bi hevdîtina Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û hempîşeyê wî yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a 2'ê Adarê û hevdîtina wezîrên karên derve yên herdu welatan a 18'ê Adarê heye.

ALÎGIRÊN TIRK ÊN DI MEKANÎZMAYA DEWLETÊ DE BI BANDOR BÛNE

Berdevkê CDK-F'ê Agît Polat ku bûye hedefa pêkanînên dewleta Fransayê, dibêje ku rêxistiniyên alîgirê Tirk di nava dewletê de bi bandor bûne.

Polat dibêje, "Kurdên li Fransayê dibin hedefa rêxistiniyên alîgirên Tirk ku car carna di nava mekanîzmaya dewletê de dibin xwedî bandor."

Ji bo vê yekê jî operasyonên berfireh ên sala 1993'an li dijî saziyên Kurdan, kuştina 3 jinên şoreşger di sala 2006'an de, lêpirsîna li nêzî 700 Kurdan ji aliyê dozgeriya antî-terorê ve heta sala 2013'an weke mînak nîşan da.

JI SALA 2019'AN VE REWŞEKE NÛ HEYE

Polat diyar kir ku ji Komkujiya Parîsê heta sala 2019'an Kurd nedibûn hedefa zextên bi vî rengî û wiha dewam kir, "Bêguman sedemên sereke yên vê yekê Komkujiya Parîsê ye. Li aliyê din têkoşîna Kurdan a li Rojava û Başûrê Kurdistanê ya li dijî DAÎŞ'ê bi bandor bû."

Polat ragihand ku di sala 2019'an di siyaseta hemberî Kurdan de guhertinek çêbûye û got, "Bi dîtina min, divê bê bibîrxistin ku sala 2019'an saleke welê bû ku cihê herî dawî yê di destê DAÎŞ'ê de Bahoz ji aliyê Kurdan ve hate rizgarkirin."

BÎLANÇOYA KAMPANYA NÛ YA ZEXTÊ

Ji destpêka sala 2019'an ve mal û milkên 16 aktîvîst û rêveberên Kurd bi hinceta piştgirî dane 'rêxistina terorê' di çarçoveya pêkanîneke îdarî de hate cemidandin.

Sibata 2020'î li bajarê Bordeaûxê 6 aktîvîstên Kurd bi fermana dozgeriya antî-terorê hatin destgîrkirin û ew birin Parîsê. 5 ji wan hatin berdan, yek hîn jî girtî ye.

Îlona hema salê dewleta Fransayê mohra xwe avêt kiryareke nû û aktîvîstekî Kurd ku 14 salan li Fransayê daxwaza penaberiya siyasî kir û sê zarokên wan li Fransayê ji dayik bûbû, bi binpêkirina hiqûqa xwe û peymana Cenevreyê radestî Tirkiyeyê kir.

Di nava sala 2020'î de statuya penaberiya siyasî ya 4 Kurdan ku zêdeyî 20 salan li Fransayê diman bi hinceta ku di çarçoveya 'terorê' de ceza xwarine hate betalkirin.

Çileya 2021'ê mal û milkên 14 Kurdan hate cemidandin.

5'ê Nîsana 2021'ê mal û milkên 6 Kurdan hate cemidandin.

Meha Adarê di serî de li Marsîlyayê li sê bajaran gelek Kurd hatin destgîrkirin, 7 jê hatin girtin.

ARMANC TEPISANDIN E

Polat û Bîngol ew her du kes in ku herî zêde dibin hedefa van kiryaran. Polat dibêje, "Pêkanînên ku ji aliyê hiqûqî ve ti bingeheke xwe nîne û bi biryareke siyasî hatine wergirtin, ji bo tepisandina aktîvîstên Kurd e."

'ÊDÎ PÊWÎSTÎ BI POLÎTÎKAYEKE HEVGIRTÎ YA TÊKILDARÎ KURDAN HEYE'

Polat destnîşan dike ku pêwîstiya Fransayê êdî bi polîtîkayeke hevgirtî ya têkildarî Kurdan heye û got, "Di afirandina pirsgirêka Kurd de berpirsyariyeke dîrokî ya Fransayê heye. Li Fransayê ku 300 hezar Kurd lê ne, bi deh hezaran Kurd lê ji dayik bûne û li Rojava bi hev re li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, bi milyonan dostên Kurdan lê ne û ya herî girîng jî sala 2013'an sê aktîvîstên Kurd li paytext Parîsê hatin qetilkirin, divê Fransa êdî polîtîka û nêzîkatiyek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bipejirîne. Eşkere ye ku konjonktura siyasî jî wê di demeke kurt de Fransayê neçar bihêle ku bi vî rengî tevbigere."