Gelên li Lorîentê bertek nîşanê terora dewleta Tirk dan

Di civîna gelan a li bajarê Lorîent ê Fransayê hat lidarxistin de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin.

Bername, bi piştgiriya Maison Pour Tous Kervénanec û  Kurdistaniyên li Lorîentê û bi dehan saziyan li salona La Balîse a Kervénanec pêk hat. Wêneyên mezin ên Nagihan Akarsel û Jîna Emînî li salonê hatin daliqandin.

Di bernameyê de behsa zehmetiyên penaberên Kurd ji bo derbasê welatên Ewropayê bibin dikişînin, hat kirin.

‘TIFAQA FAŞÎST KETIYE HEWILA DIRÊJKIRINA TEMENÊ XWE’

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî û Rojnamevan Guler Yildiz jî axivîn. Agirî got: “Tifaqa faşîst a li Tirkiyeyê, ji bo dirêjkirina temenê xwe, xwe amade dike ku êrîşê Rojava bike. Ji bo pêkanîna planên xwe ji bo êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike ji xwe re hincet çêkirin. Banga me li dostên me û hêzên demokrasîparêz ew e ku li dijî êrîşên dewleta Tirk, bi Kurdan re bin.“

NAGIHAN Û JÎNA HATIN BIBÎRANÎN

Rojnamevan Guler Yildiz jî bal kişand bi ser qetilkirina Nagîhan Akarselê û got: “Nagîhan, dixwest li wê derê pirtûkxaneyeke jinan ava bike. Li ser jineolojiyê dixebitî. Ji jineke wiha û zanyariya wê tirsiyan û ew kuştin. Jîna Emînî jî bi heman awayî hat kuştin. Rejîma meleyan ji porê wê tirsiya. Hejmara kuştiyên ji aliyê rejîmê ve ji 500’î buhuriye.“

Di bernameyê de bi Jean Françoîs re, stranên bi Kurmancî, Zazakî, Tirkî, Farisî û Ermenî hatin gotin.

Piştî stranên Koma Avaşîn û komên zarokên Kurd, ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsta terorê“ îmze hatin berhevkirin û agahdarî hatin kirin.

Di dawiya bernameyê de banga rabûna li ber terora dewleta Tirk hat kirin.