Gelê Kurd ji bo Şengalê daket qadan-NÛ BÛ

Li Ewropayê êrişên li ser Şengalê hate protestokirin.

Li gelek bajarên Ewropayê gelê Kurd û dostên wan ji bo şermezarkirina êrişên li ser Şengalê daketin qadan.

KOLN

Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê êrişa qirker a li ser Şengalê hate şermezarkirin. Çalakî li pêşiya HBF’ê hate kirin û nêzî 150 kesan tevlî çalakiyê bûn.

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut diyar kir ku gelê Kurd li hemberî qirkirina DAÎŞ’ê têkoşiya û DAÎŞ têk bir. Zumrut got “Niha jî faşîzma AKP û MHP’ê dixwaze vê qirkirinê temam bike. Dixwazin careke din Şengalê qir bikin. Lê divê bizanibin Kurd ne Kurdên 100 sal berê ne. Wê Kurd li ber xwe bidin û nehêlin ku Şengal têk biçe”

ESSEN

Li bajarê Essenê yê Elmanyayê jî êrişên li ser Şengalê hate protestokirin. Çalakî bi banga Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîvan hate lidarxistin. Di çalakiyê de welatên Ewropayê yên ku çavê xwe ji qetlîama çeteyên AKP û MHP’ê re digirin hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de li ser navê NCDK’ê Yilmaz Gultekîn axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bûye DAÎŞ’eke bê kontrol. Gultekîn bang li Kurdan kir ku divê li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana gerîlayan bibin yek.

Çalakî bi sloganên ‘Bijî berxwedana Şengalê’ bi dawî bû.

KÎEL

Li bajarê Kîelê yê Elmanyayê jî êrişên qirker ên dewleta Tirk hate protestokirin.

Komên çepgir ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de bêdengiya dewletên Ewropayê hate şermezarkirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê jî êrişên qirker ên li ser Şengalê jî hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê NAV-DEM Hannoverê hate organîzekirin.

Di meşê de li hemberî qetlîama Talîbanan piştgiriya gelê Efgan hate kirin û bêdengiya li hemberî Talîban û dewleta Tirk hate protestokirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê jî êrişa li ser Şengalê hate protestokirin. ji 100’î zêdetir kes tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk du roj in êrişî Şengalê dike û bal hate kişandin ku divê li hemberî van êrişan berxwedan were geşkirin.

BASSEL

Li bajarê Basselê yê Swîsreyê li ser banga Meclîsa Jin a Ronahî û Navenda Civaka Kurd, Kurdistanî û dostên wê saet 18:00’an li Claraplatzê hatin gel hev û ji bo şermezarkirina êrîên dagirkeriyê mîtîngek lidarxistin.

Çalakiya ku Hêzên Têkoşîna Yekgirtî jî piştgirî da, ji bo bîranîna cangoriyên di êrişên qirkirinê yên li ser Şengalê şehîd bûbûn deqîqeyekê rêz hat girtin.

Hevseroka Meclîsa Jin a Ronahî Zeyneb Kayra axivî û got, “Duh bi rengekî ku bi temamî dijî huqûqa navnetewî ye nexweşxaneyek ya li Şengalê bû hedef û hat bombekirin her wiha domkirina êrişên ku bi rojan e li ser qadên sivîl tê kirin, di serî de dewleta Swîsreyê pêwîst e hemû dewletên navnetewî demildest destwerdana dewleta Tirk bikin.”

Kayra her wiha destnîşan kir ku gelê Şengalê ji van êrişan ne biyanî ye û anî ziman, çawa ku gelê Kurd duh li hemberî êrişên îmha û qirkirinê têkoşîn da, îro jî wê li hemberî van êrişên ku didomin berxwedaneke topyekun nîşan bide.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin. Çalakî bi berzikirina dirûşmeyên li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bi dawî bû.

LÛZERN

Li bajarê Lûzernê jî êrişên qirkirinê yên li ser Şengalê hat şermezarkirin. Çalakî li ber stasyona navendî ya trenê pêk hat. Li wir Kurdistaniyan li hemberî êrişên îmha û qirkirinê yên dewleta Tirk bi domdarî dirûşme berzkirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd axavtin hat kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Şengalê pêk anî hat şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê CDK-F û TJK-F’ê li ber Parlementoya Fransayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Tirkiyê Kurdên Êzidî yên li Şengalê qetil dike” hat vekirin.

Polîsan xwest pêşiya kombûna gel ya li ber Parlemntoyê asteng bike. encax tevî hewldanên polîsan jî gel li ber parlementoyê hat ba hev û çalakî kir.

Di daxuyaniya li ser navê CDK-F’ê hat kirin de hate gotin, “Dewleta Tirk a faşîst Kurdên Êzidî yê li Şengalê qetil dike û cîhan vê qetlîamê temaşe dike”

Di çalakiyê de peyam hat dayîn ku ew ê ji bo xwedî li destketiyên gelê Şengalê derkevin wê li qadan bin.

Belavokên bi zimanê Fransî hatin xwendin û belavkirin. Piştre çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Qatil-Terorîst Erdogan” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê jî êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û bûyerên li Efganîstanê diqewimin hatin şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jin a Bordeaûx pêk hat. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û dirûşme hatin berzkirin.

Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

MARÎGNANE

Li bajarê Marîgnan a Fransayê bi çalakiyekê êrişên dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Ciwanan li navenda bajêr hatin ba hev û meşek lidarxistin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî ji bo şermezarkirina êrişên qirker û dagirker ên dewleta Tirk ya li ser Şengalê çalakiyek şermezarkirinê hat lidarxistin.

Çalakî li Meydana Vîeûx-Port çêbû û bi sedan kes tevlî bûn.

Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Şengalê” hat berzkirin û pankartên li ser wan hatibû nivîsandin “Şengal ne bi tenê ye”, “Ewropa bêdeng nemîne” û “TC li ser Kurdan qetlîaman pêktîne” û pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û YBŞ’ê hatin hilgirtin.

Çalakî piştî deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û axaftin hatin kirin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.