Fîlmê ku di nava şer de bi şervanan hate kişandin: Ji bo Azadiyê

Derhênerê fîlmê 'Ji bo azadiyê' ku qala berxwedana Sûrê dike Ersîn Çelîk got, hem di dema kişandina fîlm de hem jî piştî wê, heta ji wan hat wan hewl dan fîlm di nava rewşa xwezayî ya şer û şervanan de bikişînin.

Di dîroka Kurdan de ku timî bi berxwedanê derbas bû serdemên gelekî girîng hene. Bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re bi dehan serdemên dîrokî qewimîn. Lehengên berxwedana xwerêveberiyê yên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gever, Silopiya û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê di nava van serdeman de bûn. Her dever kirin keleha berxwedanê, şewitîna li jêrzemînan dan pêş çavên xwe, teslîm nebûn û serê xwe netewandin. Her kêliya vê berxwedana dîrokî hêjayî bi dehan roman û fîlmane. Yek ji qadên vê berxwedana dîrokî Sûr bû. Der barê berxwedana Sûrê fîlm hate çêkirin. Derhênerê fîlmê 'Ji bo azadiyê' Ersîn Çelîk e. Fîlmçêker û alîkarê derhêner jî Diyar Hesso ye. Promiyera fîlm jî li festîvaleke li Hindistanê pêk hat. Derhênerê fîlm Ersîn Çelîk, alîkarê derhêner Diyar Hesso û ji lîstikvanên fîlm Şêro Hinde yê ji Komuna Fîlm a Rojava qala fîlm kirin.

Derhêner Çelîk pêvajoya beriya destpêkirina berxwedana xwerêveberiyê bi berfirehî vegot û piştre bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê: "Dema ku mirov dihatin şewitandin me çi hîs dikir, di xewn û xeyalên me de çi hebûn? Ez nikarim bersivê bidim vê yekê, divê her kes bi xwe li ser bifikire. Fîlmê me jî di nav de dibe ku fîlm an jî roman jî nikaribin bersiveke têrker bidin van pirsan, lê belê ji mirovan re dikarin bibin alîkar ku bi wijdan û hişmendiya xwe bersivê bidin van pirsan. Ev yek jî tenê bi nîşandana çîroka serdemekê dibe ku dixwestin wê serdemê veşêrin, bifetisînin, berevajî nîşan bidin û tine bikin. Eger em karibin bibînin û hîs bikin, hingî em ê karibin rexne bikin an jî rexnedayina xwe bikin. Ya ku huner û sînema karibe bike tiştekî bi vî rengî ye. Dikare bixe bîra mirovan û nehêle bê jibîrkirin."

Çelîk anî ziman ku wan bi salan pirs pirsîn, wêne kişandin, bûyer û çîrok li gorî pîvanên rojnamevaniyên vegotin, lê belê li wê deverê tiştên welê diqewimîn ku ne nûçe ne gotinek ne jî qîrînek dikarîbûn rastiya wê yekê vebêje.

HELWESTA BI BIRYAR A ÇIYAGER: VÊ BERXWEDANÊ VEBÊJIN

Çelîk rojnivîsên yek ji berxwedêrên Sûrê Xemgîn Roj bi bîr xist û destnîşan kir ku ew rojnivîs ji bo senaryoya wan bû bingeh.

Ersîn Çelîk bal kişand ser helwesta fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager a ji bo vegotina berxwedana xwerêveberiyê û got, "Xemgîn Roj jî vê yekê dinivîsîne. Dibêje, 'Li ser israra hevalê Çiyager rojnivîs hatiye nivîsandin'. Baş bû ku nivîsand. Di vir de bi qasî çîrokên di rojnivîsê de her wiha helwesta Çiyager jî gelekî girîng e. Ji ber ku hin kesên şensê xwe çêbûn ji dorpêçiyê rizgar bibin heman tişt gotin. Çiyager ji wan re jî dibêje, 'Biçin û bûyerên li vê deverê qewimîne vebêjin'. Di dema lêkolîna ji bo senaryoyê em bi çar YPS'iyên ji dorpêçiyê rizgar bûn re dûr û dirêj axivîn. Me dît ku Çiyager ev daxwaza xwe gelek caran gotiye."

Der barê amadekirina senaryoyê de Çelîk anî ziman ku komeke wan a nîqaşê hebû û got, "Ji bo senaryo bi pênûsekê bê nivîsandin, min bi xwe rewşa dawî nivîsand. Lê belê dikarim bêjim ku pêvajoyeke ne hêsan bû. Tişta ku karê me hêsan kir ew bû ku me karê xwe bi her kesî re nîqaş dikir."

FÎLM BI GIRANÎ LI KOBANÊ HATE KIŞANDIN

Çelîk destnîşan kir ku senaryo berhemeke aqlekî hevpar bû û qala qada kişandina fîlm kir.

Çelîk got, "Qada bingehîn a kişandina fîlm Rojava bû, Kobanê bû. Me fîlm li yek ji du taxên neketî yên berxwedana Kobanê kişandin. Nîvê wê herêmê hilweşiya bû."

Çelîk got, "Fîlm garantiya vê yekê dide; mirovên li fîlm temaşe kir wê pirsa 'Gelo ew dever Sûre?' nepirse. Belê ew dever Sûre... Ji ber ku ne tenê ji çîrokên mirovan, her wiha ji kevirê reş heta tuxleyê sor ê li ser xaniyan û dirûşmên li ser dîwaran her tişt bi hesasiyeteke mezin li gorî rewş û xemla Sûrê hate amadekirin. Me seteke bi vî rengî li Kobanê ava kir."

'LÎSTIKVAN ŞERVANÊN RASTÎ BÛN'

Derhêner Ersîn Çelîk qala lîstikvanan jî kir û got, "Di nava komên destpêkê û duyemîn ên lîstikvanan de yên xwedî tecrûbeya lîstikvaniyê nebû, lê belê tişta ku ji bo senaryoyê em li pey bûn bi wan re hebû. Yanî yên ku tevlî vî fîlmî bûna rast bûn û xwedî tecrûbeya jiyanê bûn. Du kesên di berxwedana Sûrê de hebûn; Hakî û Korsan Şervan di fîlm de rola xwe bi xwe lîstin. Tiştekî bi vî rengî zêde di sînemayê de nîne. Wekî din gelek kesên din jî xwedî çîrokên bi heman rengî bûn. Yanî me lîstikvan ji nava wan mirovan hilbijart ku xwedî wê hestê bûn. Dibe ku li Sûrê ew hest nejiya be, lê belê li Reqayê, li Şengalê ew hest jiya bûn."

Çelîk destnîşan kir ku fîlmê wan li derveyî rêbaza fîlmê ji rêzê yê şer, ne tenê ji efektên dîtbarî yên şer û makyajê pêk tê. Çelîk got, "Hem di dema kişandina fîlm de hem jî di qonaxa piştî kişandinê de em di çarçoveya rewşa xwezayî ya şer û şervanan de man. Ne tenê senaryoya fîlm xwe dispêre bûyerên rastî. Mînak; qada kişandina fîlm yek ji du taxên neketî yên berxwedana Kobanê ye. Lîstikvanan jî hinekan ji wan rola xwe bi xwe lîstin, hinek jî li Reqayê li dijî DAÎŞ'ê şer kirin. Koma piştî kamerayê jî bi heman rengî ye."

Çelîk destnîşan kir ku ya esasî ew e ku fîlm bigihêje temaşevanan û got, "Em plan dikin ku di dema pêş de li her devera ku îmkan heye bê nîşandan. Fîlm wê di demeke kurt de li Ewropayê li hin festîvalan bê nîşandan. Piştre em ê hewl bidin ku li gelek welatan nîşan bidin. Ji bo nîşandana fîlm jî pêwîstî bi toreke berfireh a belavkariyê heye, lê belê di halê hazir de derfeteke bi vî rengî ya sînemaya Kurd û sînemaya serbixwe nîne. Ji bo fîlm bigihêje her kesî em ê serî li gelek rê û rêbazan bidin. Bi sala nû re yanî bi mehên zivistan û biharê re em ê li dehan navendên cuda hewl bidin fîlm nîşan bidin. Di dawiya meha Çileyê de em ê promiyera Ewropayê bikin. Ji Sibatê û pê ve jî em ê li Başûrê Kurdistanê û Rojava bi rengekî rêk û pêk nîşan bidin."

Çelîk bi bîr xist ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo nîşandana fîlm gelekî derfet nîne, lê belê meraqeke zêde heye û got, "Tevî hemû astengiyan jî em ê fîlm bigihînin wan deveran. Bi çi rengî dibe bila bibe."

Wê dewam bike...