Fedayiyên ku tecrîd protesto kirin li Duîsburgê hatin bibîranîn
Şehîdên ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera Mijdara 2018 û Gulana 2019’an de çalakiya fedayî kirin, li Duîsburgê hatin bibîranîn.
Şehîdên ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera Mijdara 2018 û Gulana 2019’an de çalakiya fedayî kirin, li Duîsburgê hatin bibîranîn.
Zulkuf Gezen, Ayten Becet, Mahsûm Pamay, Ûgûr Şakar, Zehra Saglam, Sîraç Yuksek, Medya Çinar, Umît Acar, Yonca Akici û Enver Çelîk ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera Mijdara 2018 û Gulana 2019’an de çalakiya fedayî kirin, li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê hatin bîranîn.
Nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW), rêveberên DKTM’ê, malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Duîsburgê bûn.
Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin ên 14’ê Tîrmehê û wêneyên fedayiyan hatin daliqandin.
Merasîm piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokê DKTM’ê yê Duîsburgê Yilmaz Ronî û nûnerê KOMAW’ê axivîn. Di daxuyaniyê de li ser dîroka şehîdên Kurdistanê agahî hatin dayîn û qala şerê ku di salên dawî de zêde bûye û xetên berxwedanê ya li hemberî wê pêş ketine, kirin.
Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Nûda Amed axivî. Amed destnîşan kir ku têkoşîna Kurdan di şert û mercên giran de pêk tên û bedelên wê giran in. Amed da zanîn ku têkoşîn bi keda şehîdan mezin bûye û anî ziman ku kesên ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anîne, wê di dîroka têkoşîna Kurdistanê de bi minetdarî bên bibîranîn.
Nûda Amed destnîşan kir ku bi girankirina şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, şerê topyekûn û îmhayê li gelê Kurd hatiye ferzkirin û anî ziman ku divê li dijî tecrîdê têkoşîneke encamgir were dayîn.
Piştre bavê Umît Acar ê ku ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serdana Serokomarê Tirk Erdogan a wê demê ji bo Elmanyayê şehîd bibû, axivî.
Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Çekdar Canfeda Med (Enver Çelîk) û Umît Acar dewam kir. Piştî sinevîzyonê beşdaran bi çepikan dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.