FEDA: Dersim bû keleha qirkirin û berxwedanê!

FEDA'yê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî û Dersim ya ku zilmeke giran li ser hatî kirin serê xwe netewandiye.

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) ji bo salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyeke niviskî da.

'LABORATUWARA QIRKIRINÊ'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ''Dersim piştî qirkirina fizîkî laboratuwara qirkirina çandî ye jî'' û hate gotin, ''Çareseriya dawî'' ya dewletê ber bi 4'ê Gulana 1937'an ve bi biryara Desteya Wezîran bi rengekî fiîlî hate bicihanîn; operasyona qirkirina ku wê ji 2 salan zêdetir berdewam bikira, hate destpêkirin. Ji 70 hezarî zêdetir mirovên me bi gazên kîmyewî yên ku ji Elmanyayê hatine standin û bi balafirên ku ji Emerîkayê hatine standin, hatin qetilkirin û piştre bi sirgûnan qirkirina çandî hatiye domandin.''

'DIVÊ LÊBORÎN WERE XWESTIN, BELGEYÊN QIRKIRINÊ WERIN RAGIHANDIN'

FEDA'yê gotina Seyîd Riza, ''Ez heq ji derewên we derneketim ev ji min re bû derd, lê min serê xwe li ber we netewand, bila ev jî ji bo we bibe derd'' bi bîr xist û got, Dersim berxwedaniyeke wiha ye ku bi van gotinan hatiye nivîsîn.

FEDA qurbaniyên qirkirinê bi bîr anî, xwest ku tiştên hatine jiyîn li platformên navnetewî weke 'qirkirinê' were nasîn, cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî were hişkerekirin û dewleta Tirk bi parvekirina belgeyên veşarî yên derbarê qirkirinê ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze.