FED-KURD’ê li dijî qedexeya li ser PKK’ê banga meşa li Berlînê kir

FED-KURD'ê bang li hikumeta Elman kir ku bila "Qedexeya li ser PKK'ê rake, xizmeta aştî û demokrasiyê bike" ji bo meşa di 26’ê Mijdarê de ya li dijî qedexeya li ser PKK’ê bang kir.

FED-KURD ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê wê 26’ê Mijdarê de roja Şemiyê li Berlînê meşekê li dar bixe.

Di daxuyaniya FED-KURD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“PKK ji 26'ê Mijdara 1993'an û vir ve di lîsteya rêxistinên qedexe yên li Elmanyayê de cih digire. Tevî ku piştgiriya bi mîlyonan kesan heye jî ji aliyê hiqûqî û wijdanî ve ev biryar ne rast e.

Bi vê biryarê re her cure çalakiyên du mîlyon Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn krîmînalîze dibe.

Zêdeyî 40 salan e di navbera PKK û dewleta Tirk de şer heye. Ev biryar ji bo bidawîkirina vî şerî bi kêrÎ tiştekî nayê, berovajî vî tiştî sûcên şer ên dewleta Tirk meşrû dike.

Tişta ku em ji dewleta Elman hêvî dikin ew e ku bi nêrîneke objektîf nêzî pirsgirêka Kurd bibe. Bi vê biryarê re aliyekî şer dibe aliyê dewleta Tirk. Û ev helwest xizmeta çareseriya pirsgirêka Kurd nake. Berovajî vê yekê kûrtir dike. Banga me ew e ku PKKya ku têkoşîna azadiya gelê Kurd dimeşîne ji vê lîsteyê bê derxistin. Tenê bi vî awayî wê xizmeta aştî û demokrasiyê bê kirin.

Em hemû gel û dostên xwe vedixwînin meşa ku em ê li dijî vê biryarê di 26’ê Mijdara 2022’an roja Şemiyê saet di 10.00’an de li Berlînê Hermannplatz li dar bixin."