Faşîzma AKP-MHP’ê li Rennesê hate şermezarkirin

Li bajarê Rennesê saziyên Kurd û dostên wan bi meşekê, êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê yên li ser Kurdistanî û şoreşgeran protesto kirin.

Li bajarê Rennes a Fransayê bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Amara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê, doza girtina HDP’ê û vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Di meşê de dirûşmeyên, “Li Kurdistanê na ji dagirkeriya Tirk re”, “Ji Ocalan re azadî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji Kurdistanê re çareseriyek polîtîk” berz kirin.

Nûnerên partiya Broton, Mala Saziyên Navneteweyî, Komeleya Dost a Arjantîn, Partiya Komunîst û Komeleya Dostane ya Broton a Kurd tevlî meşê bûn a ku ji Place de Colombîreê dest pê kir. Di daxuyaniya hevpar hatî dayî de teqez kirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê pêkanîn sûcekî mirovahiyê ye.

Çalakiya ku bi berzkirina dirûşmeyan heta Meydana République dom kirî, piştî axaftinan bi dawî bû.