Ewropayê nerazîbûn nîşanî biryara AKP û YSK’ê da
Ji ber ku AKP’ê bi destê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartina li Stenbolê betal kir, Ewropayê nerazîbûneke tund nîşan da.
Ji ber ku AKP’ê bi destê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hilbijartina li Stenbolê betal kir, Ewropayê nerazîbûneke tund nîşan da.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li gorî biryara AKP’ê tevgeriya û di 6’ê Gulanê de hilbijartina li Stenbolê betal kir.
Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê Federîca Mogherînî û Endama Geşkirina Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn nerazîbûn nîşanî biryarê dan.
MOGHERÎNÎ: DIVÊ ÇAVDÊRÊN NAVNETEWEYÎ WERIN VEXWENDIN
Mogherînî got ku “Pêkanîna pêvajoya hilbijartineke azad û şeffaf him ji bo demokrasiyan û him jî ji bo têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê gelekî girîng e. Ji bo çavdêriya hilbijartina ku hatiye kirin, ji xeynî Kongreya Rêveberên Herêmî yên Konseya Ewropayê divê çavdêrên navneteweyî jî werin vexwendin.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland jî bi rêya berdevkê xwe diyar kir ku biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dibe ku xisarê bibe baweriya hilbijêran.
PÎRÎ: BAWERÎ BI HILBIJARTINÊ NEMAYE
Raportora Parlementoya Ewropayê ya li Tirkiyeyê Katî Pîrî jî li ser twîtterê daxuyanî da û got ku “Erdogan têkçûnê qebûl nake û li dijî îradeya gel derdikeve. AKP ji bo dubarekirina hilbijartina li Stenbolê zext li YSK’ê kir. Ev rewş diyar dike ku baweriya bi hilbijartinê nemaye.”
SCHWABE: MASKEYAN WAN KET
Berdevkê Polîtîkayên Mafên Mirovan a Koma Meclîsê ya SPD’ê Frank Schwabe jî got ku “Nûkirina hilbijartina li Stenbolê skandaleke mezin e û tê wateya ku maskeya Serokkomarê Tirkiyeyê ketiye.
Hevserokê berê yê Partiya Keskan û endamê Meclîsa Federal Cem Ozdemîr jî got ku “Tê xwestin ku mûxalefetê parçe bikin û dengê Kurdan bistînin. Lê êdî Kurd, ne Kurdên berê ne. Erdogan û AKP ketine panîkê.”
Ozdemîr li ser twîtterê jî got ku “Demokrasî ne ew tişt e ku heta mirov bigihêje encama ku dixwaze, hilbijartinan dubare bike. Erdogan êdî nikare li Stenbolê tiştekî bike. Ev jî dişibe meseleya ku, devê rovî negihişt tirî, got tirş e.”