Enternasyonalîstan ku ji Luksembûrgê meşiyan Strasboûrgê di roja 3’an de gihiştin Metzê ya ku bajarekî Fransayê ye.
Enternasyonalîst çûn serdana şaredariya Metzê. Çalakgeran derbarê daxwazên xwe dosyeyek dan Alîkarê Şaredar De Olîvîera Nathalîe.
Di dosyeyê de qala tecrîda li ser Ocalan, zextên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd, çalakiyên greva birçîbûnê hate kirin û hate xwestin ku Ocalan bibe hemwelatiyê fexrî.
Enternasyonalîstan diyar kirin ku hêza felsefeya Ocalan û destkeftiyên li ser navê mirovayetiyê li Rojava hatiye bidestxistin, bandoreke mezin li wan kirine. Enternasyonalîstan diyar kirin ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.
Alîkarê Şaredar Nathalîe jî got ku “Ez gelê Kurd teqdîr dikin. Ji bo azadiyê canê xwe didin. Em gelê Metzê, ji têkoşîna jinan a li Rojava serbilind in. Li gorî me hûn jin, hûn sembola aştiyê ne.”
Meşvanan piştî serdanê, dîsa dest bi meşa xwe kirin.