Endama meclîsa şaredariya Stockholmê nerazîbûn nîşanî qeyûman da

Endama Meclîsa Şaredariya Stockholmê û Seroka Koma Partiya Çep Clara Lindholm nerazîbûn nîşanî qeyûman li ser şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê da.

Lindholm li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke bi dîmen da.

Lindholm bi bîr xist ku di 19’ê Tebaê de şaredarên HDP’ê yên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywira xwe hatine dûrxistin û got; “Erdogan li şûna van şaredaran walî peywirdar kir. Li Tirkiyeyê demokrasî di bin gefeke mezin de ye. Ji ber vê jî em piştgiriyê didin şaredarên HDP’ê.”