Em dikarin gelek tiştan bikin

Hasîb Çakici: Em bi wê hêzê ne ku dikarin bikin ku CPT Rêbertiya me bibîne. Divê ji bo Leyla Guven ku li ber çavê me dihele, ji bo hevalên me yên li Başûrê Kurdistanê, Gallerê, Strasboûrgê em dengê xwe bilind bikin.

Hasîb Çakici ku li Den Haagê ya Hollanda dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye. Çakici li gel temenê xwe yê zêde (56) û nexweşiyên kronîk jî got daxwaza wan a sereke ew e ku tecrîdê bişkînin. Çakici got: ''Mafê me ye ku em ji tendiristiya Rêbertiya xwe agahiyê werbigirin û hevdîtin were kirin. Rast e hevdîtinek çêbûye. Lê ev nayê maneya ku tecrîd şikiyaye. Divê daxwazên me bi temamî werin bicihanîn. Tecrî didome. Her peyameke ku ji Rêbertiya me were ji bo me binirx e. Heta ku ev peyam neyê, em vê çalakiyê ranawestînin, li her deverê vê çalakiyê bikin.''

Çakici ji Êlihê ye. 1983'an ji doza PKK'ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ma. Xwe weke 'hemal û kedkarê' têkoşîna azadiyê dibîne. Du salan siyaseta KNK'ê kir. 2007'an jî ketibû greva birçîbûnê ya Strasboûrgê.

Çakici got ew bawer dikin ku grevên birçîbûnê tecrîdê bişkînin û domand: ''Heke mirinê ji me re rewa bibînin, li dijî vê ji bedena xwe zêdetir em ê ramana xwe bi bedena xwe re bikin yek, li dor perspektîfa Rêbertiya xwe em hewl didin vê bikin.''

Çakici beriya niha jî ji bo ku destekê bide greva birçîbûnê ya Lelya Guven 15 rojan ketibû greva briçîbûnê.

Çakici bi berdewamî diyar kir ji bo ku bêdengiya li ser Kurdistanê bişkînin ew tevlî vê çalakiyê bûye û got: ''Em dikarin gelek tiştan bikin. Vekirî bibêjim, ev 56 salî me. Ev çalakiya me rexnedayineke e. Ez bawer dikim ku gel wê li dora vê têkoşînê bigihe hev. Niha em dixwazin bibin deng ji tiştên ku li Kurdistanê têne jiyîn.''

Çakici herî dawî got: ''Ew hêza me heye ku em bikin ku CPT rewşa Rêbertiya me bifikire û hevditinê bike. Ev mafê me yê demokratîk e. Em bawer dikin ku em ê vê pêk bînin. Divê em dengê Leyla Guven ku li ber çavê me her roj dihele, yên hevalên li Başûrê Kurdistanê, Gallerê, Strasboûrgê li her deverê geş bikin û em daxwazên xwe bînin rojeva raya giştî ya cîhanê.''

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka