'Em bawer in ku em ê dijmin têk bibin'

Şehîd Armanc Cemre beriya ku şehîd bibe, di hevpeyvînekê de wiha gotibû: “Baweriya me heye ku em ê dijmin têk bibin. Ew dijmin divê li wir têk biçe û wê têk biçe.”

Gerîla YJA Starê şehîd Armanc Cemre (Fatoş Zûgûrlî) 17’ê Tîrmeha 2022’an di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû. Şehîd Armanc beriya ku şehîd bibe, di hevpeyvînek xwe de ev tişt gotibû:

“Min her tim dixwest li Zagrosan bibim gerîlayek. Dema ku ez li Akademiyê, min her tim digot, eger pêşniyara min a çûyîna wezîfeyê neyê qebûlkirin, hêvîdarim rêxistin wê min bişîne Zagrosan. Mesele mirov vê yekê pir difikire, hemû jiyana min a rêxistinê li aliyekî, lê ji bo min di tunelên şer de li gel hevalên fedayî mayîn, di berdêla her tiştî de ye. Di wan tunelan de şer kirin û berxwedan, tiştekî ku girêdayî azadiyê ye. Rast e em hemû li çiyayan têdikoşin, her kêliyê bi şehadetê re rû bi rû ne. Lê ew heval hîn zêdetir vê yekê hîs dikin, hîn şênbertir rû bi rûyê vê yekê dimînin. Lêgerîn û daxwaza wan hevalan, azadî ye. Helbet beriya her tiştî mirov dixwaze li gel wan be. Hevalên li vir hemû vê yekê dixwazin. Baweriya me heye ku em ê dijmin têk bibin. Ew dijmin divê li wir têk biçe û wê têk biçe.”