Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîda Îmralî ya li Strasboûrgê di roja 40’an de didome. Rêveberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin. Di nava heyetê de Hevserokê Konseya Têkiliyên Karê Derve yê Kantona Cizîrê Dr. Abdûlkerîm Omer jî cih digirt, bi çalakgeran re civiyan û piştgiriya xwe diyar kirin.
Dr. Abdûlkerîm Omer got; “Peyama piştgiriyê ya gelê Rojava a bi çalakiya greva birçîbûnê anîne. Ruhê fedekariyê ya bi Mazlûm Dogan destpêkirî û heta Leyla Guven didome wê serbikeve.”
TECRÎD LI SER GEL Û FIKRAN PÊK TÊ
Dr. Omer diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurd tevî komployên navnetewî û zextan li ser lingan maye û got; “Ruhê berxwedanê wê serbikeve û tecrîd wê were şikandin. Tecrîda li ser Ocalan ne tenê fizîkiye û ev tecrîd li dijî gel û fikran e.”
DESKEFTIYÊN ÎRO BI SAYA OCALAN E , EM DEYNDARÊ OCALAN IN
Hevserokê Konseya Karê Derve Dr. Abdûlkerîm Omer wiha domand; “Dixwazin deskeftiyên Kurdan yên heta roja îro bidestxistin tune bikin. Îro bi fikir û pêşengiya pêşdîtinên Ocalan li Rojavayê Kurdistanê dîrok tê nivîsandin. Em deyndarê Serokê xwe ne. Em deyndarê lîder û kadroyên tevgerê ne. Niha bi pradîgmaya Ocalan dîrok tê nivîsin.
Kurdên Rojava ku tu pêdiviyên wan tune bun piştî Syces-Pîcot 100 salan îro di hedef û rojeva hemû cîhanê de ye. Li Rojava Ocalan damezrînerê sîstemê ye. Em hêvîdarin ku greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bigihe serketinê, li Rojava jî gel li dijî tecrîdê liberxwe dide û berxwedan wê bidoem.”
Lİ ser navê çalakgeran Yuksel Koç spasiya heyetê kir û got berxwedan ji bo hemû Kurdistanê ye û diyar kir ku heta tecrîda li ser Ocalan neyê şikandin wê çalakiya xwe bidomînin.