Doza Şemsettîn B. bi rûniştina 3’emîn dewam kir

3’emîn doza welatparêzê Kurd Şemsettîn B.  pêk hat. Rûniştina ku li Dadgeha Ceza a Bilind a Eyelata Stuttgartê pêk hatî, Şemsettîn B. û parêzerê wî tevlî bûn.

Di rûniştina duh a Şemsettîn B. de, polîsa ku di destgîrkirin û lêgerîna mala wî de cih girtî weke şahid hate guhdarkirin.  Polîs diyar kir ku derî şkandine wisa ketine malê û di lêgerîna malê de telefonek, lênûskek û 26 hezar Euro desteser kirine.

Piştî şahida polîs,  Şemsettîn B. axivî û bal kişand ser pêkûtiyên xirab ên polîs û diyar kir ku pereyê hatî destserkirin yê kurê wî ye, ev di dema lêgerînê de jî ji polîs re gotiye.

Li ser vê derbirîna Şemsettîn B. dadger ji polîs pirsî û polîs jî mijar piştras kir.