Die Linke ji bo berxwedana Strasboûrgê peyama piştevaniyê da

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 96’an de didome. Piştevaniya ji bo çalakgerên greva birçîbûnê zêde dibin.

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê ya 14 çalakgeran di roja 96’an de didome. Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a ji bo piştevaniyê 4 hefte li pey xwe hişt.

JI RÊVEBERÊN DIE LINKE PEYAMA PIŞTEVANIYÊ

Îro Kurdistaniyên li bajarên cûda yên Ewropayê dijîn serdana çalakgeran kirin û peyamên piştevaniyê yên ji cihên cuda yên cîhanê ji bo çalakgeran didome. Duh Sekreterê berê yê Giştî yê Partiya Ked a Pakistanê (Brabrî) Tariq Shanzad peyam şandibû îro ji kandroyên Partiya Çep a Elman (Die Linke) peyama piştevaniyê hate dayîn.

‘EM PIŞGIRIYÊ DIDIN ÇALAIYA LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊ LIDARXISTIN’

Li eyaleta Weser a Bremen ya Elmanyayê û rêxistnên navçeyên derdor peyama piştevaniyê weşnadin. Di peyamê de daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan hate kirin. Di peyama piştevaniyê de hate bibîrxsitin ku Yuksel Koç ku endamê partiyê di grevê de ye û hate gotin ku piştgiriyê didin daxwazên çalakgerên grevê.

Di peyamê de hate xwestin ku parlamneter û hilbijêrên ku girtî werin berdan û hate gotin ku hevşaredar, bi hezaran endamên HDP’ê di girtîgehê de ne. Di peyamê de ‘hevrêyên’ Partiya Çep serî de Yuksel Ko û piştevaniya ji bo hemû çalakger û malbatan hate kirin.

Di roja 96’an a çalakiyê de bi dehan kesên ji bajarê Elmanya Saarbrukcen û bajarê Fransa Strasboûrg û derdora wê dijîn serdana çalakgeran kirin û piştgiriya xwe diyar kirin.

KOMA 4’AN A GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BI DORVEGER ÇALAKIYA XWE BIDAWÎ KIRIN

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî-bidorveger a bi armanca piştevaniyê ya  li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) 4 hefte li pey xwe hişt. Endama Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) 1 Elman û 8 jinên Kurd ku ji roja Duşemê çalakî dewr girtibûn, çalakiya xwe ya 5 rojî bidawî kirin. Pêşbazî heye ku greva birçîbûnê ya bidorveger wê roja Duşemê ji aliyê komekî nû ve were dewr girtin.