Di salvegera 97’an a Peymana Lozanê ku Kurdistan kire 4 parçe, ji aliyê Kurdistaniyan ve bi meşeke 2 rojan tê protestokirin. Meş bi mîtînaga baskê Cenevreyê bi dawî bû.
Çep, sosyalîst, şoreşger û her beşên welatperêz ku lli Qada Palce de Navîgatîon kom bûn, di salvegera Peymana Lozanê de dewleta Tirk û dorpêça Mexmûr û dîsa êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hate protestokirin.
Çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanên şehîdên têkoşîna azadî û şorgerî hate girtin û şûnde bi dirûşma ‘Bi Berxwedan û Azadiyê Wê Faşîzim Têk Biçe’ meş bi vekirina pankarta bi nivîsa ‘Li dijî polîtîkayên qetlîam û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst bi hev re têbikoşin’ destpê kir. Tevahiya meşê dirûşmên şermezarkirin û protestokirina êrîşên dewleta Tirk û qetlîamên wê hatin qîrkirin.
Meşa ku li kolanên Cenevreyê bi qasî saetekê dom kir û şûnde li Palce de Neûve mîtîngek hate kirin.
Di mîtîngê de hevserokên KCDK-E, nûnerên AvEG-KON, SYKP, PYD-Ewropa, FEDA li gel Hevserokên CDK-S’ê axivîn.
Baskê 2 a maşa du rojan wê sibe li Lozanê destpê bike. Piştî meşa girseyî ku Kurdistanî û derdorê demokrastî tevlîbibin û şûnde wê li Place de la Rîponne saet 15:00’an mîtîngek bê kirin.