Di Deryaya Çîna Başûr de tatbîkata Çînê ya dijî DYE’yê

Hikumeta Çînê da diyarkirin ku hêzên hewayî li Deryaya Çîna Başûr “bi giraniyek bilind” tatbîkatek kirin. Ev tatbîkat, ji bo DYE’yê weke peyameke eşkere hate nirxandin.

Hikumeta Çînê, li Deryaya Çîna Başûr bi hincetên dîrokî hema bêje li tevahiya giravan diyar dike ku heqê wê heye û ji ber vê sedemê ew û Vîetnam, Fîlîpînya, Malezya û Bruneî li hev nakin.

DYE ya ku li dijî idiaya bi maf a Çînê derketî jî di bin navê “Azadiya geştiyariyê” de, li Deryaya Çîna Başûr bi şêweyek rêk û pêk operasyonan bi rê ve dibe.

Berdevkê Wezîrê Parastina Çînê Ren Guoqîang diyar kir ku balafirên girêdayî Hêzên Deryayî yên Çînê ji beriya demekî kurt “bi giraniyek bilind” tatbîkat pêkanîn. Berdevk ev rêbaz weke tetbîkata “Ji bo pêşketina kapasîteyên pevçûnên yekîneyanan li gel rêjeya takdîk û teknîk a pîlotan” parast.

Cih û dîroka tatbîkatan diyar nekir. Tatbîkata Çînê weke peyameke eşkere ya ji bo DYE’yê nirxandin. Di serê meha Tebaxê de, bi şêweyek ne ji rêzê ketina du keştiyên balefiran ên Emerîkan a ketina Deryaya Çîna Başûr rê li ber aloziyan vekir.