Li navçeya Lavrîo ya Atînayê partiya Syrîza, li salona şaredariyê civîna xwe li dar xist. Ligel rêveber û endamên Syrîzayê, Kurdistaniyên li navçeyê dijîn, tevlî civînê bûn. Di civînê de pankartên ku balê dikêşin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê hatin daliqandin.
Civîn, bi axaftina namzetê şaredarê bajarê Lavrîo yê Syrîzayê Mîxalîs Spoyrdalakis kir û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê pêk tên. Spoyrdalakîs, desthilatdariya Tirk weke “Rêveberiya rastgir û faşîst” bi nav kir û got, “Desthilatdariya Tirkiyeyê, desthilatdariyeke faşîst e. Em pêkûtiyên faşîzane yê vê desthilatdariyê ji nêz ve dişopînin. Serokê partiya pêşeng a Kurdan Selahattîn Demirtaş di zindanê de ye. Dîsa hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê û çalakiya wê di roja 180’an de ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev 20 sal in di zindanê de, di bin şert û mercên giran ên tecrîdê tê girtin û ev demeke dirêj e agahî jê nayê girtin.”
Piştre Berpirsyarê Qada Polîtîk ê Syrîzayê Panos Labros axivî û got, “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di bin tecrîdeke giran de ye û gelê Kurd ji bo şikandina vê tecrîdê di nav berxwedanê de ye. Divê em jî berpirsyariya xwe bînin cih û piştgiriya pêwîst bidinê.”
Berpirsyarên Parlamentoya Ewropayê yê Syrîzayê Dîmîtrîs Papadîmoylîs, da zanîn ku wê tecrîdkirina Ocalan û berxwedana Leyla Guvenê ya greva birçîbûnê bînin rojeva Parlamentoya Ewropayê.
Li salona civînê, belavokên bi zimanê îngilîzî û Yewnanî yên li ser tecrîd û greva birçîbûnê, parêznameya Ocalan a bi navê “Parêznameya Atînayê” û pirtûka şehîd Teofîkos a bi navê “Tevkariya Du Gelan” hatin belavkirin.