Di çalakiya li ber NY’yê de bi boneya salvegera 100’emîn bang li Lozanê hat kirin

Di çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ku nêzîkê du sal in berdewam dike de, bi boneya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ji bo tevlêbûna daxuyaniya çapemeniyê ku wê 21’ê Mijdarê li Lozanê bê dayîn, bang hat kirin.

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn, li qada Place des Nations a li Cenevreyê ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye, berdewam dike. Di çalakiyê de Seyîd Riza û hevrêyên wî jî hatin bibîranîn.

Piştî rêzgirtinê, metinê çapemeniyê yê bi Kurdî li ser navê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê ji aliyê Veysel Dalgiç ve hat xwendin.

Hevserok CDK’a Cenevreyê Mulkiye Aşirbayev û Erdal Atasoy di çalakiyê de axivîn. Aşirbayev, behsa êrîşên qirkirina Kurdan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ji ber nekirina dengê xwe ji êrîşên qirkirinê re hêz û saziyên navneteweyî şermezar kirin.

Erdal Atasoy jî banga tevlêbûna daxuyaniya çapemeniyê ku wê 21’ê Mijdarê roja Duşemê li Lozanê bê dayîn, kir.

Atasoy ji bo pîrozbahiya salvegera avabûna PKK’ê ya 44’emîn ku wê 19’ê Mijdarê li Lûzernê bê lidarxistin banga tevlêbûnê kir.

Piştî axaftinan, çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.