Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Darmstadtê kon hat danîn

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat danîn.

TJK-E Hessenê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê cotmehê de li seranserê cîhanê hate destpêkirin, kon danî.

Çalakî li Darmstadt Lisenplatzê hat lidarxistin. Di çalakiya konvedanê de belavok û broşur hatin belavkirin. Di çalakiyê d bal kişandin bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa mezin a  bi daxwaza rakirina qedexeya PKK'ê di 18'ê Mijdarê de li Berlînê bê lidarxistin, hat kirin.

Çalakî ji ber barana zêde bi dawî bû.