Delal Nûrhak li Basel û Parîsê hat bibîranîn

Di şexsê endama Meclîsa PAJK’ê Delal Nûrhak û Zîlan Qamişlo ku şehîd bûn de şehîdên azadiyê li bajarê Basel ê Swîsreyê û li payitexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn.

Endama Meclîsa Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak (Esma Erat) û Zîlan Qamişlo (Gulistan Osman) a pê re şehîd bû û Amara Ronahî (Gamze Laçîn) meha Tebaxê şehîd bû û Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hat qetilkirin li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bibîranîn.

Bernameya bibîranînê ku li Navenda Çandê ya Kurd a Demokratîk hat organîzekirin, di şexsê Delal Nûrhak de bi girtina rêzê ji bo şehîdên şoreşê bi deqeyekê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê, li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV) Metîn Mîntaş axaftinek kir. Mîntaş anî ziman ku her şehadet gavek e ku ber bi serkeftinê ve hatiye avêtin û got: “Di serî de Delal Nûrhak, şehîdên me mîrateyek hiştine ji me re. Divê em jî bibin layiqê şehîdên xwe. Ev têkoşîna ku wan ji bo wê canê xwe daye, divê em bibin serî.“

Mîntaş diyar kir ku şer bêyî navber berdewam e û wiha got: “Di tûnelên şer de sûcên şer ên dijmirovî tên kirin. Amara Ronahî û bi dehan hevalên me bi bi rêbazên nemirovî hatin qetilkitin. Hefteya çûyî ji ber ber ku porê wê xuya kiriye jina Kurd Jîna Emînî hat qetilkirin. Divê em li hemû parçeyên Kurdistanê têkoşîna li dijî êrîşan geş bikin.“

Di bibîranînê de peyama ji bo Delal Nûrhakê ji aliyê Koordînasyona PAJK’ê ve hat weşandin jî hat xwendin û li ser navê malbatê Mehmet Goksûngûr axaftineke kurt kir.

Goksûngûr got ku Delal Nûrhak ji Elmanyayê tev li nava refên gerîla bûye û bi pişt re ku li Çûkûrovayê xebat kiriye hatiye mala xwe û got: “Dêya min ew di cih de nas kir. Ên ku li xweda û xwedawendan digerin bila li şehîdan binihêrin. Ew xweda û xwedawendên rastîn in.“

Goksûngûr anî ziman ku Jîna Emînî ku li Îranê hat qetilkirin û wiha axaftina xwe dawî kir: “Dewleta Îranê neyarê Kurdan e. Dirûşma Rêbertiyê “Jin, jiyan, azadî“ îro li cîhanê bûye mîna alekê. Ez jî dibêjim ‘Jin, jiyan, azadî.“

Di axaftina li ser navê Tevgera Jinên Kurd hat kirin de jî wiha hat gotin: “Têkoşîna bi saya şexsê wan hat heta îro. Em ê li mîrateya têkoşînê ku şehîdan ji me re hiştiye dewam bikin.“

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana Delal Nûrhakê hat nîşandan.

PARÎS

Bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-E) Zîlan Qamişlo (Gulistan Osman) û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak (Esma Erat) a pê re şehîd bû, Ronahî Dersim (Berfîn Serhatli) û Têkoşîn Amed (Zelal Kartal) ên di qadên cuda yên têkoşînê de şehîd bûn li payitexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn.

Di bîranîna li Lokala Mala Pazarcikiyan a li Herêma Staînsê, bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“, “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.

Xizmên şehîdan, nûnerên saziyan, endamên TJK-F’yê û gelek Kurdî tev li bibîranînê bûn. Bername bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Destpêkê Fîdan Yildirim a endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê û di heman demê xizma Delal Nûrhak axivî, behsa zarokatî, ciwanî û têkoşîna bi 33 salan Delal Nûrhakê kir.

Birayê Têkoşîn Amed Hebûn Kartal jî, behsa jiyana hezkirina Têkoşîn ji çiyayên Kurdistanê kir.

Veysel Keser a xizmek ji xizmên Ronahî Dersimê behsa helwesta jinan di têkoşîna azadiyê de kir û anî ziman ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê jin careke din pêşengiya dikin.

Piştî axaftina Celîl Akdogan li ser navê Malbatên Şehîdan, li ser jiyana çar şehîdan, têkoşîn û bîbiranînên wan sînevîzyon hat nîşandan.